Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin 2019-12-13 16:32:33   AGIRÎ – Li gundên Panosê cendirmeyan bi ser gundan de girt û 9 welatî binçav kirin.    Li navçeya Panosê ya Agiriyê cendirmeyan bi ser gundên Gamêşvan, Siltanmût û Nenecanî de girtin û avêtin ser malan. Di serdegirina malan de 9 welatî binçav kirin.    Hênceta binçavkirina welatiyan nehat zanîn û ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Panosê.    Ji binçavkirina navên 3 kesan wiha ye: Adem Riza Yildiz, Ramazan Dînç û Dursun Aktepe.