Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye 2019-12-13 15:51:50 MÊRDÎN - Hat hînbûn ku Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, ji ber xebatên xwe yên hilbijartinê û KCD'ê di bin çavan de ye.  Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û alîkara wê Dîlber Sûltan, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de duh hatibûn binçavkirin. Piştî bidawîbûna dema biryara sînordarkirinê, îro bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîn.    Parêzeran diyar kir ku her du muwekîlê wan bi xebatên xwe yên Hilbijartina Herêmê ya 31'ê Adarê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tên sûçdarkirin û di bin çavan de ne. Li gorî agahiyên ku ji parêzeran hatin wergirtin, giştînameyên ku ji Navenda Giştî ya HDP'ê ji muwekîlê wan re hatine şandin jî bûne maijara sûc.    Li aliyê din her 11 kesên ku duh li Mêrdînê hatibû binçavkirin jî kirariyên wan ên li Miduriyeta Polisan a Mêrdînê didome.