Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin 2019-12-13 15:41:29 EDENE - Platforma Şaxan a KESK'ê, dê di 21'ê Kanûnê de li Mêrsînê mîtînga "Em dixwazin bi mirovane bijîn" li dar dixe. Beriya mîtîngê endamên Platformê daxuyanî dan û xwest her kes tev li mîtîngê bibin.  Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edeneyê dê 21'e Kanûnê de li Mêrsînê Mîtînga "Em dixwazin bi mirovane bijîn" li dar bixin. Endam û nûnerên Platforma Şaxan a KESK'ê li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Edeneye daxuyanî dan. Berdevkê Platformê Muzaffer Yuksel, bal kişand ser niqaşên butçeyê yên li meclîsê tên kirin û got "Mafê me yê butçeyê tune tê hesibandin. Li şûna li perwerdehî, tenduristî û civakî butçe bê qetandin, ji bo parastinê butçeyê cuda dikin. Edaleta bacê tune ye. Mafê jin, ciwan û teqawîtan tdune ye. Tu tune ye. Em bang li her kesî dikin ku 21'ê Kanûnê de li Stadyuma Tevfik Sirri Gur a Mêrsînê her kes beşdarî mîtînga "Em dixwazin bi mirovane bijîn" bibin."