Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin 2019-12-13 15:09:37 AMED – Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku di binpêkirina mafan de herî zêde mafê jinan û zarokan hatiye binpêkirin û di salek dawî de 305 jin hatine qetilkirin û tundî li 556 jinan hatiye kirin.  Meclîsa Jinan a HDP’a Amedê bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn û Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ewilî Hevseroka HDP’ê Alokmen Uyanik axivî û balê kişand ser binpêkirina mafên jinan û zarokan.    ‘HERÎ ZÊDE MAFÊIN JIN Û ZAROKAN TÊN BINPÊKIRIN’    Parlamenter Tosun daxuyanî xwend û da zanîn ku ew bi boneya hefteya mafên mirovan hatine gel hev û tevî 70 sal bi ser ragihandina danezana mafên mirovan re derbas bû jî lê di vê qonaxa ew gihîştinê krîzên mezin diqewimin. Tosûn got mafê jiyanê tê desteserkirin û herî zêde mafên jin û zarokan tên binpêkirin.    ‘305 JIN HATINE KUŞTIN’    Tosûn da zanîn ku sala 2019’an salek ku cînayetên jinan û mafên wan hat binpêkirin û di 11 mehên 2019’an de 305 jin ji ber tundiya zilaman hatin kuştin û herî kêm 46 jin hatine tecawizkirin, 204 jin hatine tacîzkirin û tundî li 556 hatiye kirin. Tosûn got li gorî daneyên fermî tundî li deh hezaran jin hatiye kirin û hejmara jinên ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane zêdetir in. Tosûn diyar kir ku mirov bi mafên xwe mirov in û ew ê dest ji têkoşîna parastina mafên mirovan bernedin.