Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin 2019-12-13 15:09:05   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, têkildarî Seroka Odeya Bijîjkan a Mêrdînê Derya Etem jî di nav de 11 kesên ku li Mêrdînê hatibûn binçavkirin daxuyanî da û daxwaz kir ku bên berdan.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, têkildarî Seroka Odeya Bijîjkan a Mêrdînê Derya Etem jî di nav de 11 kesên ku li Mêrdînê hatibûn binçavkirin daxuyaniyek da. Daxuyanî, li Odeya Bijîjkan a Amedê hat dayîn û pêkhateyên platformê û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî civînê bûn. Di daxuyaniyê de destpêkê Serokê Odeya Bijîjkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr axaftinek kir. Demîr, di axaftina xwe de hefteya mafê mirovan bi bîr xist û ev tişt got: "Her ku diçe karneyê Tirkiyeyê yê mafê mirovan xerab dibe. Hevalên me ji ber xebatên xwe tên çewisandin. Li Mêrdînê 11 kes bi awayekî nehiqûqî hatine binçavkirin."   Nûnerê Herêmê yê Amedê yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK) Şîrîn Gurbuz, bertek nîşanî binçavkirinên li Mêrdînê da û ev tişt got: "Hevalên me yên ku mal û cihê karên wan diyar e, li şûna bangkirina îfadeyê bi ser malê wan de hatiye girtin. Ev yek jî asta pêkanînên antîdemokratîk nîşan dide.    Gurbuz, daxwaz kir ku hevalên wan ên xizmeta tenduristiyê didin demildest bên berdan.