10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin 2019-12-13 15:08:23 STENBOL – 267 cenazeyên endamên PKK'ê yên ji bo testa DNA'yê ji Goristana Xerzanê derxistin û birin Stenbolê, piştî kar û barên Satiya Tipa Edlî ya Stenbolê li Goristana bêkesan a Kilyos a Sariyerê defin kiribûn. 10 cenaze piştî 2 salan testa DNA aşkere kirin û teslîmî malbatan kirin.    Eskeran bi fermana dozgeriya Komarê ya Bedlisê di 19'ê Kanûna 2017'an de 267 cenazeyên endamên PKK’ê, bêyî agahiyê bidin malbatan ji Goristana Xerzanê ya Oleka Jor derxistibûn û ji bo testa DNA'yê biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Di nava demê de 5 cenaze teslîmî malbatan kirbûn. 262 cenaze jî bi sedema testa DNA ne diyare di Adara 2019’an de li Goristana Kilyos a Sariyerê defin kiribûn. Piştî cenaze birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û 5 malbatan cenazeyên xizmên xwe girtin, 30 malbatên din jî bi armanca DNA diyar bibe serî li Saziya Tipa Edlî dan. Ji 30 malbatan testa 11 malbatan a DNA û cenazeyan li hev hatibûn. 11 malbatên testa DNA diyar bû serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dan û dozger biryar da ku cenazeyan bidin malbatan. Malbat piştî vê yekê ewraqên xwe birin û serî li Midûriyeta Goristana Zincirlikuyu dan û ji wir derbasî Goristana Kilyos a Bêkesan bûn. Ji 11 malbatan 10 malbatan cenazeyên zarokên xwe girtin. Cenazeyê Huseyin Doner jî bi hinceta ewraq kêm in û hêj ewraq negihiştine destê rayedaran teslîmî malbatê nekirin.   CENAZE LI SER HEV DEFINKIRIBÛN    Hat dîtin ku hestiyên cenazeyan xistibûn kutuyên plastik û li ser hev defin kiribûn. Dema hestî ji nava axê derxistin hinek endamên malbatan ji ser hişê xwe çûn. Şukriye Sîncar hestiyê xwişka xwe Muzeyyen Gordegîr girt û wiha got: "Piştî têkoşînek demdirêj me hestiyê xwişka xwe û zarokên xwe girtin. Bila malbatên din jî bên li cenazeyên zarokên xwe xwedî derkevin. Bila malbat hûmû ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin biçin serî li dozgeriyê bidin."    Malbatan piştî cenazeyên zarokên xwe girtin, ji bo defin bikin ber bi welatê xwe ve bi rê ketin.      Cenazeyên teslîmî malbatan hatin kirin wiha ne: Ferhat Can (Ferhat Garzan), Burhan Altıntaş (Numan Tatvan), Fedakar Turan (Vecip), Faysal Bingol (Herekol), Mehmet Reşit Karakoç (Gabar) û Necla Karabay (Zekiye) dê li Navçeya Tetwanê ya Bedlisê bên definkirin. Cenazeyên Ahmet Doner (Edip) û Behzat Yildirim li navçeya Hîzanê ya Bedlisê li Kanî Garzan defin bikin. Cenazeyê Muzeyyen Gordegirî (Berivan) li Êlihê û cenazeyê Nadire Elma jî dê li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê defin bikin.    Cenazeyên 252 kesan jî li benda serlêdana malbatan in.