Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin 2019-12-13 12:23:10 STENBOL -  Nûnerên saziyên civakî bertek nîşanî medya hawiz a ku Rojnameger Aziz Oruç wekî "Terorîst" nîşan da û gotin: "Rojnamegerî ne sûc e. Dest ji êrîş û komploya li dijî rojnamegeran berdin."  Rêxistinên çapemeniyê û nûnerên rêxistinên bertek nîşanî helwesta medya hawiz a li dijî binçavkirina Rojnameger Azîz Oruç ê di 11'ê Kanûnê de hat binçavkirin dan. Medya Hawiz Rojnameger Aziz Oruç wekî ne rojnameger nîşan dan. Nûnerên rêxistinên civakî xwestin medya hawiz dest ji vê helwesta xwe berdin. Ji Komeleya Xebatên Hiqûq û Medya  (MLSA) Veysel Ok û Sekretera Giştî ya Sendîkaya Xebatên Çapxane û Weşanê ya Çapemeniya Tirkiyeyê (Basin-İş) Ozge Yurttaş, diyar kir ku hedefnîşandana Azîz Oruç bi tu awayî nayê qebûlkirin.    ‘KARNEYA MASUMÎYETÊ JI HOLÊ RABKÛYE    Ji Komeleya Xebatên Hiqûq û Medya  (MLSA) Veysel Ok, anî ziman ku li vî welatî yek ji rêgezên hiqûqê karneya masumiyetê ye û got: "Tu kes beyî biryara dadgehê divê neyê girtin. Hêj lêpirsîn bi dawî nebûye bi sucdariya "terorîst" tawanbar dikin." Ok, helwesta Wezîrê Karên Hundir jî rexne kir û wiha axivî: "Ev li dijî karneya masumiyetê ye. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tu kes nikare bi sucdariya ku dadgehê araste bike kesan tawanbar bike. Ev li djiî Qanûna Ceza ya Tirk e. Ji vê darizandinê ji vê kêliyê û şûnde em bi fikar in."    ‘EV HELWEST NAYÊ ÎZAHKIRIN'   Sekretera Giştî ya Sendîkaya Xebatên Çapxane û Weşanê ya Çapemeniya Tirkiyeyê (Basin-İş) Ozge Yurttaş, diyar kir ku hedefnîşandana Azîz Oruç bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: "Êrîşa ku Wezareta Karên Hundir û medya hawiz nayê qebûlkirin. Ev êrîş nayê îzahkirin. Rojnamegerî ne sûc e. Em baş dizanin ku hempîşeyên me çima tên binçavkirin. Ji ber xebatên Rojnamegeriyê dixwazin wan sucdar bikin. Em dîsa dibêjin Rojnamegerî ne sûc e."