Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan 2019-12-13 12:00:36   AMED – Parlamentera HDP’ê ya berê û zimanzan Mulkiye Bîrtane ya girtî dihat darizandin hat berdan.    Danişîna 3’yemîn a doza Parlamentera HDP’ê ya Qersê ya berê û zimanzan Mulkiyet Bîrtane ku ji ber xebatên KCD’ê dihat darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bîrtane bi bi rêya dîmen ji Girtîgeha Xarpêtê beşdarî danişînê bû. Malbata Bîrtane, parêzer, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û endamên KCD’ê doz şopandin.    Piştî parastinan heyeta dadgehê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza li Bîrtane birî û biryara berdana wê da.    Tê payîn di saetên pêş de Bîrtane ji girtîgehê derkeve.