Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir 2019-12-13 11:34:18   AMED – Walîtiya Amedê daxuyaniya “binpêkirina mafên mirovan” a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê  dê bida qedexe kir.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de dê îro li ber Peykerê Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyaniya “binpêkirina mafên mirovan” bida çapemeniyê. Walîtiya Amedê bi hênceta “Qedexeya çalakî û daxuyaniyên li derve ya walîtiyê heye” daxuyaniya OHD’ê qedexe kir.