Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir 2019-12-13 11:25:33 ENQERE –Di Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de dozger xwest ku bersûc werin beratkirin. Dadgehê daxwaza dozger erê kir û derbarê bersûcan de biryara beratê da. Danişîna dayîna biryarê ya doza 19 kesên di navbera salên 1993-1996’an de li Enqere û bajarên derdora wê bi darê zorê hatin windakirin û kuştin navê “Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê” lê tê kirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.    Di danişînê de parêzerên xizmên windayan û bersûcan amade bûn. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û xizmên windayan û gelek kesan doz şopand.    DOZGER BERATÊ XWEST   Piştî tespîta nasnameyan dozger mutalaya xwe eşkere kir. Balkêş bû ku mutala li ser compûterê beriya niha amade kirine. Dozger xwest dosyeya Mahmut Yildirim ji dosyeyên din were veqetandin û ji bo bersûcên din jî xwest werin beratkirin.    'DI WÎJDANÊN ME DE MEHKÛM IN’   Xizmên windayan têkildarî mutalayê axivîn û gotin: “Ji bo me tiştek neguherî. Em li benda vê yekê bûn. Em dizanin ku wê ji vê dozê tu edalet pêk neyê. Bersûc ji wan cîneyetan hemû berpirsiyar in. Hûn çi biryarê didin bidin, lê ev kes di wîjdanê me de mehkûm in.”   Parêzerên xizmên windayan bertek nîşanî mutalaya dozger dan û gotin: “Dadgeh û dozger di nava hev de vê mutalayê amade kirine.”    DADGEHÊ BIRYARA BERATÊ DA   Heyeta dadgehê derbarê xwesteka dozger de biryara xwe da û xwesteka dozger pêk anî. Dadgehê derbarê bersûcan de biryara beratê da.    Parêzerên xizmên windayan bertek nîşanî biryara dadgehê dan û gotin: "Ev polîtîkayek dewletê ye."