Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin 2019-12-13 11:08:03   AMED – Cenazeyê endamê HPG’ê Suleyman Çinar ê ku di operasyoneke leşkerî de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.   Cenazeyê endamê HPG’ê Suleyman Çinar ê di encama operasyoneke leşkerî ku di navbera 7-8’ê Kanûnê de li Herêma Şênê ya di navbera Amed, Çewlig û Mûşê hatibû lidarxistin de jiyana xwe ji dest dabû, cenaze radestî malbatî wî hat kirin. Malbatê piştî ku cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirt, duh bi şev li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê defin kir. Hat hîn bûn ku cenaze di rê de gelek caran hatiye sekinandin û kontrol kirine.   Polîsan ji derveyî malbatê ne hiştin kes beşdarî merasîma cenaze bibe. Derdora goristanê ji aliyê polîsan û erebeyên zirxî ve hat dorpêçkirin. Polîsan ji ber ku endamên MEBYA-DER’ê li ber deriyê goristanê sekînin ji malbatê re gotiye “heta yên li ber deriyê goristanê neçin, em nahêlin hûn defin bikin.” Li ber baranê cenaze demekê hatiye sekinandin. Piştî endamê MEBYA-DER’ê li erebeyên xwe siwar bûne, nû destûr dan ku cenaze were veşartin.   Malbat şînê li Mala Şînê ya Hevedan a navçeya Rêzan a Amedê danî.