Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû 2019-12-13 10:55:53   KOBANÊ - Komxebata siyasî ya li Kobanê bi encamnameyê û avakirina komîteyekê ji bo şopandina pêkanîna biryarên komxebatê bi dawî bû.   Komxebat bi dirûşma "Tenê bi yekitiya xwe em dikarin azadî û çarenûsa xwe bi dest bixin" li Parka Ronî War a bajarê Kobanê bi rêve çû. Partiyên siyasî yên kurdî mîna Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyê (PDKS), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (PYDKS), Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (PDKS), Partiya Wîfaq û Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) û kesayetên serbixwe beşdarî komxebatê bûn.   Di roja duyemîn a komxebatê de aliyê doplomasî yê Rêveberiya Xweser û biryara hevbeş a partiyên siyasî yên Kobanê hat nîqaşkirin.   Di komxebatê de komîteyek ji 5 kesan hate avakirin "Ji Partiya Pêşverû a Demokratîk Ezedîn Muslim, ji Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Kamîran Kenco, Mesûrd Mihemed kesayet serbixwe, ji Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Perwîn Betal û Fewziya Ebdî kesayeta serbixwe). Erka komîteyê bi partiyê siyasî re bikeve nava têkiliyên û pêkanîna biryarên komxebatê bişopîne.   Komxebat bi encanameyê bi dawî bû.   Encamname wiha ye:   "Li ser banga fermandariya QSD‘ê ya yekitiya refa Kurdî bi taybet di vê pêvajoya dîrokî de ku em tê re derbas dibin de û bi dirûşmeya "Tenê bi yekitiya xwe em dikarin azadî û çarenûsa xwe bi dest bixin"  komxebateke siyasî li bajarê Kobanê hate lidarxistin. Komxebat bi sponseriya Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê di dîroka 11-12‘ê Kanûna 2019‘an de bi beşdarbûna piraniya nûnerên partiyên siyasî û hin kesayetên serbixwe yên bajarê Kobanê bi rêve çû.   Di komxebatê de mijarên civakî, çandî, perwerdeyî, olî, qanûnî û doplomasî hatin nîqaşkirin.   Di mijara siyasî de cûdabûna helwesta kurdî bi zelalbûn hate nîqaşkirin. Her wiha girîngiya peydakirina mekanîzmeya nêzîkirina refa kurdî ya bi armanca yekkirina nêrîna siyasî hate destnîşankirin. Beşdaran tevgera siyasî ya li Sûriyê di qadên navdewletî de nîqaşkirin, bi taybet amadekirina destûra taybet û dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûr gotûbêj kirin.   Her wiha li ser helwest û daxuyaniyên şofonî yên ji aliyê rejîm û opozisyonê ve yên înkirina hebûna Kurdan li Sûriyê hate sekinandin û bang li deste û rêxistinên navdewletî yên eleqedar hate kirin ku serdana Rojava bikin û rastiyan bibînin.   Di komxebatê de kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên bi armanca koçberkirina û guhertina demografyaya herêmên dagirkirî hatin destnîşankirin û hate gotin ku pêwîst e ev binpêkirinên werin belgekirin û ji qadên navdewletî yên eleqedar re werin pêşkêşkirin.   Di dawiyê de beşdaran amaje bi vê yekê kirin ku divê  tevgera kurdî li Sûriyê (Partiyên siyasî) bi hemû rengên xwe beşdarî Rêveberiya Xweser bibin. Divê di vê pêvajoya girîng de berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bi cidî pêk bînin û xîtaba kurdî bikin yek."