Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye 2019-12-13 10:53:26 AMED – Hevjîna rojnameger Azîz Orûç ê ku ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ve wek “terorîst” hat ragihandin, Hulya Orûç wiha got: “Tenê çekek hevjînê min heye ew jî pênûs, kamera û wênekêşa wî ye.” Li navçeya Bazîdê ya Agirî di 11’ê kanûnê de rojnameger Azîz Orûç hatibû binçavkirin. Orûç 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Agiriyê tê ragirtin. 48 saet çûyîna parêzeran a gel Orûç hat qedexekirin. Hat ragihandin biryara nepeniyê danîne ser dosyeya Orûç.    Piştî ku Orûç hat binçavkirin, Wezareta Karê Navxweyî daxuyanî da û Orûç wek “terorîst” ragihand. Medya îqtîdarê jî dîmenên kêliya binçavkirina Orûç parve kir û nûçeyan bi sernavê “Terorîstê ji Îranê hat Tirkiyê hat girtin” serwîs kirin.    AZÎZ ORÛÇ KÎ YE?   Orûç di sala 1984’an de li Amedê hatiye dinê. Li Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzlî xwendiye. Orûç dema xwendekarê zanîngehê bû di sala 2011’an de doz lê hat vekirin û cezayê hefsê lê hat birîn. Dema cezayê Orûç ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, Orûç wê çaxê neçar ma biçe Herêma Federe ya Kurdistanê. Orûç li Silêmaniyê xebatên xwe yên rojnamegeriyê dewam kir. Ev 7 sal in bênavber rojnamegeriyê dike. Her wiha Azîz Orûç ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê û nivîsên xwe di 28’ê Mijdarê de jî doza wî hat dîtin û hat darizandin.    ‘BI DEHAN DELÎLÊN ROJNAMEGERIYA WÎ HENE’    Bi dehan nûçe, bername û nivîsên kuncik ên Orûç şahidiya rojnamegeriya wî dikin. Orûç bavê 2 zarokan e. Hevjîna Orûç, Hulya Orûç bertek nîşan da ku hevjînê wê wek “terorîst” hatiye ragihandin û wiha got: “Hevjînê min 7 sal in rojnamegeriyê dike. Li her deverê nûçeyên ku çêkirine û li ser navê wî hatine weşandin hene. Ev yek jî wî dide nîşandan ku ne ‘terorîst e’ û ew rojnameger e. Şahidiya rojnamegeriya hevjînê min nûçeyên wî ne. Hevjînê min tenê rojnameger e, wek din jî tiştek din nekiriye.”    ‘ÇEKA WÎ WÊNEKÊŞ Û PÊNÛSA WÎ YE’    Orûç destnîşan kir ku hevjînê wê ji aliyê medya îqtîdarêve wek armanc hatiye nîşandan û got: “Tenê çekek hevjînê min heye ew jî pênûs, kamera û wênekêşa wî ye. Pîşeya wî jî rojnamegeriye.”    ‘EM AGAHÎ JÊ NAGIRIN Û RÊ LI XETEREYÊ VEDIKE’    Orûç da zanîn ku emniyetê têkildarî binçavkirina hevjînê wê agahî nedanê û tiştên qewimîne jî ew ji medyayê hîn bûye. Orûç got ewlehiya jiyana hevjînê wê nîne, ev yek rê li ber xetereyê vedike û wiha got: “Ji ber çûyîna parêzer qedexe kirine, me bi tu awayî agahî wernegirt. Ez nizanim ka hevjînê min dijî gelo? Em ji rewşa tenduristiya wî ne agahdar in. Ez dixwazim ji rewşa hevjînê xwe agahdar bim. Ez dixwazim demildest were berdan.”