Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e! 2019-12-13 10:16:55 MÊRSÎN – Li Mêrsînê, çalakî û geştên xwendekarên zanîngehê wekî "xebata rêxistinî" hat hesibandin û derbarê 13 xwendekaran de doz hat vekirin.  Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, 3 jê girtî û derbarê 13 xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û propagandaya rêxistinê" îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê de jî îdianame qebûl kir. Danişîna ewil dê di 21'ê Kanûnê de pêk bê.    Di îdianameyê de xebatên her 13 kesan sûc hatin hesibandin. Di îdianameyê de çalakiyên ji bo balê bikişînin ser grevmn birçîbûnê hatin kirin wekî çalakiyên îîlegal hatin hesibandin. Her wiha di îdianameyê de belavokên li ser "Bila tecrîd bê şikandin Leyla bijî" nivîsandî û li bajêr hatin belavkirin jî sûc hatin hesibandin.   Her wiha beşdarbûyîna xwendekaran a ji bo Kongreya Asayî ya 2'yan a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku di 25'ê Mijdara 2018'an de li Amedê pêk hat, di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de govendgerand û geştên derveyî welat û seyran jî wekî "xebata rêxistinê" hatin hesibandin.    Di îdianameyê de hat îdiakirin ku kesên navbirî di nav Tevgera Ciwanan a Şoreşger (DGH) de cih digirin û hat xwestin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" ceza li wan bê birîn.    MA / Ergîn Çaglar