Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir 2019-12-13 10:16:15 MÊRSÎN - Hamîd Feysal El Dehamiyê ji Sûriyeyê, gava ji bo xebatê tê Tirkiyeyê bi îdiaya "endamê YPG'ê ye" tê girtin û ceza lê tê birîn. Dehamî, ji parazvanên mafên mirovan xwest alîkariya wî bikin.  Hamîd Feysal El Dehamî yê ji Sûriyeyê, gava ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê tê Tirkiyeyê bi îdiaya "endamê YPG'ê ye" tê girtin û 7 sal û nîv ceza lê tê birîn. Dehamî, diyar kir ku neheqî lê hatiye kirin û ji parazvanên mafên mirovan xwest alîkariya wî bikin.    Dehamî, ji Girtîgeha Tarsûsê faksek ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê re şand. Di faksa xwe de anî ziman ku di sala 2017'an de bi îdiaya "endamtiya YPG'ê" hatiye girtin û ji ber îfadeyên şahidekî nepen 7 sal û ceza lê hatiye birîn. Dehamî, destnîşan kir ku bi tu awayî di nav xebateke çekdarî de cih negirtiye.    ‘YPG NE DI NAV LÎSTEYA TERORÎSTAN DE BÛ'    Dehamî, got: "Ji ber şerê li erdnîgariya min tê bi îdiaya tev li nav YPG'ê bûme 7 sal û nîv ceza li min hat birîn. Lê belê, min di nav xebata çekdarî ya YPG'ê de cih negirtiye. Min bi heqê xwe aşpêjî dikir. Ji xwe li welatêê min YPG ne terorîst e, hêzeke parastina gel e. Ez ji bo xebatê hatim Tirkiyeyê. Gava ez hatim Tirkiyeyê YPG ne di nav lîsteya terorîstan de bû. Li Sûriyeyê sê komên şervan hene. Yek jê hêzên Baasê, ya din DAIŞ e ku mirovan şer jê dike û ya din jî YPG ye. Li wir şensekî ku mirov tercîhê bike tuneye. Herêm di bin kontrola kê de be wisa dijî. Îjar darizandina li welatekî din hiqûqî ye? wekî her welatparêzî min jî dixwest li welatê xwe li dijî DAIŞ'ê şer bikim, lê berê ji ber ku xurt bûm min nikaribû şer bike. Min ev yek bilêv kiribûn, lê belê ji ber ez bi tirkî nizanim xwestin min bigirin."    El Dehamî ji ber vê neheqiya lê hatiye kirin serî li ÎHD'ê da û xwest parêzerên komeleyê di warê hiqûqî de alîkariya wî bikin.