Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin 2019-12-13 10:15:34 ŞIRNEX – Sê jinên siyasetmedar ên kurd û Taybet Înan li Silopya hatibûn kuştin. 4 sal bi ser kuştinê re derbas bû. Ayşe Sanir a hevjînê xwe yê 75 salî winda kir şopên guleyên wan rojên pevçûnan nîşan da û qala wan rojan kir. Li navçeyên Silopya û Cizîrê di 14’ê kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Qedexeyan 4 sal li pey xwe hişt. Li Silopya qedexeya derketina derve 37 roj dewam kiribû. Di wan rojên qedexeyê de siyasetmedarên kurd Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û Sêvê Demîr jî di nav de welatiyên temenê wan di navbera 11 û 75 saliyê de diguherî 28 kesan jiyana xwe ji dest da. Nêzî 500 xanî zirarê dîtin. Cenazeyê Taybet Înan a 7 rojan li nava kuçeyê ma ket bin hişê her kesî û ji bîra tu kesî naçe.    Yek ji welatiyên jiyana xwe ji dest da jî Hasan Sanir ê 75 salî bû. Sanir di nava xelkê de wek Mele Hesen jî dihat nasîn û yek ji rûspiyên Silopya bû. Sanir dema derdikeve qata duyemîn a mala xwe tê kuştin û cenazeyê wî 13 rojan ji wir bûyerê nayê girtin û malbata wî ji ber pevçûnan neçar dimîne malê terk bike û cenaze li wir tê hiştin.    DOSYA SERGIRTÎ MAN    Li ser dîwarê mala Sanir hêj şopa guleyan hene. Tevî ku 4 sal derbas bû jî hêj kujer derneketine holê. Dosyeya kuştina Sanir wek dosyeyên welatiyên di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da di sala 2017’an de “Biryara lêgerîna daîmî” hildan refê. Hevjîna Sanir, Ayşe Sanir diyar kir ku çi dibe bila bibe ji bo kujerên hevjîna wê bêceza nemînin dê pêvajoya xwe ya hiqûqî bidomînin.    QALA WAN ROJAN KIR    Ayşe Sanir bi van gotinan behsa hevjînê xwe kir: “Wî seranserî jiyana xwe tu xweşiyê nedît. Her tim diçû HDP’ê. Partiyê û gel pirr jê hez dikir. Dema şer dest pê kir jî min jê re got dakeve jêrzemîna malê. Ew li qata jorê dima. Nîvê şevê bû bûka min kir qîrîn. Mele rabûye ber şibakê û sekvanan gule lê reşandiye û lêdabûn. Xwîna wî li odeyê belav bibû. Pişt re min lê mêze kir ku Mele jiyana xwe ji dest daye.”   Sanir da zanîn ku cenazeyê hevjînê wê 13 rojan di nava xwînê de li malê maye û wiha got: “Piştî Mele jiyana xwe ji dest da û şer giran bû, em neçar man ji malê derkevin. Kurê min ji rayedaran pirsa cenazeyê bavê xwe kir. Rayedaran jê re gotibû “Cihê bavê te li qata duyem xweş e. Hin ji wan li derve ne û mirîşk û kuçik milên wan dixwin.’ Cenazeyê Mele piştî 13 rojan ji malê hat wergirtin û me bir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Ji me re gotin ‘we çawa wisa cenaze li malê parastiye.’ Lê eziyet li cenaze hatibû kirin.”    ‘SERÊ ME BILIND E’    Sanir diyar kir ku serê wan bi Mele serbilind e û got: “Min destê xwe da şahdamara wî. Min got em mirovên bêguneh û feqîr bûn. Dewlet çi ji me dixwaze. Em ê qet ji bîr nekin. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî li pey şopa doza wî bim. Binêrin li dîwarê mala me hêj şopa guleyan hene. Her cara ez li şopa guleyan dinêrim, zilma wan rojan ku li me kirin tê bîra min.”    DI QEDEXEYA 37 ROJAN DE 28 KES HATIN KUŞTIN    Navên kesên di qedexeya derketina derve ya Silopya de jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Siyasetmedarên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar, dayika Taybet Înan a cenazeyê wê 7 roj li nava kuçeyê ma, Yusuf Înan (40), Yusuf Yagci (25), Omer Masul (65), Omer Yalman (45), Îsmaîl Yevşan (55), Necatî Oden (18), Seyfettîn Sîdar (30), Salîh Erener (Dengbêj Salihê Şirnexî) (75), Omer Sayan (70), Ayşe Buruntekîn (40), Suleyman Çoban (70), Şiyar Ozbek (25), Îbrahîm Bîlgîn (18), Reşît Eren (17), Axîn Kanat (16), Yusuf Aybî (80), Huseyîn Guzel (70), Narînç Kizil (52), Aydin Mete (16), Hasan Yagmur (42), Îslam Atak (20), Şîrîn Altay (43), Hasan Sanir (75) û Mehmet Mete Kutluk (11).    8 KES HATIN KUŞTIN    Di qedexeya derketina derve ya 5’ê Nîsana 2016’an de ku hat ragihandin jî 19 rojan dewam kir. Di vê qedexeyê de jî Îsa Tonguç, Ahmet Tonguç, Muhyettîn Tonguç, Saadettîn Tonguç, Behiye Erener (45), Zulfiye Şalk (70), Esra Şalk (2) û Rahîme Sanir (14) jiyana xwe ji dest dan.    DI DORPÊÇKIRINAN DE 13 KES HATIN KUŞTIN    Li Silopya beriya qedexeyên derketina derve werin ragihandin di 7’ê tebaxa 2015’an de dorpêçkirin hatin destpêkirin û di van dorpêçkirinan de jî Ferhat Kartal, Nasîp Yeşîl (18), Kadrî Sencer (19), Fatma Yîgît, Mustafa Aşlig (16), Latîfe Tutuk (23), Kamuran Bîlîn (27), Mehmet Hidir Tanboga (15), Hamdî Ulaş (58), Mutalîp Pûsat (28), Halîl Can (22), Alî Oduk (20) û Fatma Ay (55) jiyana xwe ji dest dan.    MA / Ahmet Kanbal – Mujdat Can