Sûr tê texrîbkirin! 2019-12-13 09:21:17 AMED – Tê diyarkirin ku kevirên sûrên Amedê tên dizîn û firotin. Avahîsaz Arîf Îpek, destnîşan kir ku heger tevdîr neyên girtin wê texrîbata li sûran mezin bibe.  Sûrên Amedê ku hin derdorên wê ji ber bêxwedîtiyê hindik mane hilweşin, li hêla Deriyê Mêrdîn jî hat dîtin ku hin kevirên sûran hatine rakirin. Her wiha hin kevirên li ser wan wêne hene jî ji cih xwe hatine leqandin. Tê diyarkirin ku kevirên sûran tên firotin.    Selîm Çanak ku çayxaneya wî nêzî sûra ye, diyar kir ku bi şev gelek kes tên ber sûran, lê belê gava dibe biroj kevir ne li cihên xwe ne. Çanak, destnîşan kir ku ji zûvde kevirên sûran tên dizîn lê belê niha jî kevirên li ser wan şikil û sembol hene hatine derxistin.    Avahîsaz Arîf Îpek jî diyar kir ku kevir ne ji ber rûxandin cih derketine, ji cihên hatine derxistin kifş e ku ev kevir bi zanebûnî tên derxistin û got: "Ji şopên wan jî diyar e ku mirov dibê qey hatine sîpraîşkirin û paşê hatine derxistin."    Îpek, destnîşan kir ku piştî rûxandina ji bo avêtina molozan tiştek nehatiye kirin û moloz serobero hatine avaêtin. Îpek, anî ziman ku gava ji nav molozan kevir derketine û mirovan dîtiye ev kevir tên firotin, paşê ev rewş derxistina keviran teşwîq kiriye.    ‘LI KAFEYAN JI BO DEKORASYONÊ TÊN BIKARANÎN'    Îpek, destnîşan kir ku di demên dawî de li kafeyên Sûrê ev kevir tên bikaranîn û got, hin cih jî ji bo dekorasyona hundir wan bi kar tînin. Îpek, got: "Ev kevirên biqîmet ku ji qada molozan hatine berhevkirin, niha li kafeyên li nav Sûrê û Pira Dehderî tên bikaranîn."    Îpek, destnîşan kir ku ji ber bêxwedîtî û bêkontroliyê sûr ketine vî halî û rê li ber texrîbateke bi vî awayî hatiye vekirin. Îpek, bal kişand ser sersariya Desteya Parastinê ya Herêmê û got: "Desteya Parastinê dibêje, bêyî haya me jê çê bibe gelek tişt tên çêkirin. Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê, derî erkên xwe tev digere, şaredarî ji dewrê derxistine û bi tena serê xwe tev digere. Tê gotin paşê hîn bûne ku muzeyeke jî hatiye texrîbkirin. Peywir û berpirisyarî di dest kê de ye tam nayê zanîn. Sedema vê texrîbatê ji ber bêkontrolî û bêxwedîtiyê ye."    ‘TEVDÎR NEYÊN GIRTIN WÊ TEXRÎBAT ZÊDE BIBE'    Îpek, destnîşan kir ku heger tevdîr neyên girtin wê ev texrîbat zêdetir bibe û got: "Divê derbarê firotina van keviran de mueyîdeyeke giran pêk bê. Divê bi awayekî rêkûpêk bên kontrolkirin. Divê saziyên eleqedar û berpirsiyar rojek berî rojekê tev bigerin."    MA / Lezgîn Akdenîz