Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe 2019-12-13 09:20:41 AMED - Wê OHD, derbarê tecrîd, maf, edalet û travmayên ji ber şer û pevçûnan çê bûne de panela "Maf û Edaletê" li dar bixe.    Wê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), panela "Maf û Edaletê" li dar bixe. Panel, dê li New Garden Otelê pêk bê û wê bal bikişîne ser tecrîd, lêgerîna ji bo mafan, tarvamayên ji ber şer û pevçûnan rû dane. Rûniştina ewil a panelê bi ser navê "Polîtîkaya tecrîdê û tesîra wê ya li ser Tirkiyeyê" pêk bê û wê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven pêşkeş bike. Moderatorê vê rûniştinê Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Ameê Mûharrem Şahîn e û wê Parêzer Ozum Vûrgûn jî "Mafê bijartin û hilbijartinê" binirxîne.    Rûniştina dudoyan bi beşdarbûna Parêzer Baver Kiliçoglû bi ser navê "Mekanîzmayên serlêdanê yên navneteweyî" pêk bê. Rûniştina sisêyan jî wê bi beşdarbûyîna Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn bi sernavê "Di nêvengeke şer û pevçûnî de jiyan û şahidî", w bi beşdarbûyîna Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Parêzer Newroz Ûysal bi sernavê "Qedexeyên derketina derve û polîtîkaya bêcezatiyê" û wê bi beşdarbûyîna Parêzer Gulan Çagin Kalelî bi sernavê "Mafê xatirxwazî, definkirin û şînê" pêk bê.    Rûnştina dawî ya panelê wê bi beşdarbûyîna Psîkîyatrîst Îsrafîl Bulbul bi ser navê "Travmayên di dema şer û pevçûnan de û pêvajoya selihandinê" pêk bê. Herî dawî wê bi moderatoriya Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Amedê Halîse Dakali beşa pirs- bersivan pêk bê.