‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya' 2019-12-13 09:19:24 STENBOL - Serokê Federasyona Komeleyên Herêma Rojhilat Başûrrojhilatê Abdulhakîm Daş, ji bo yekîtiya neteweyî got, divê saziyek jî li derî tifaqê nemîne û Serokê Komeleya Farqîniyan Alî Îhsan Dînçer jî got: "Divê em bi hev re rabin ser piya."  Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji her wextî bêtir yekîtiya neteweyî ya kurd bû rojeva kurdan û ji bo vê bang li ser bangê tê kirin. Têkildarî mijarê partiyên kurd di 5'ê Kanûnê de li Amedê civînek çê kirin.    'EM AMADE NE'    Serokê Federasyona Komeleyên Herêma Rojhilat Başûrrojhilatê Abdulhakîm Daş, bal kişand ser çalakiya hunermendên kurd ên li Ewropayê û bibîr xist di dîrokê de astengiya herî mezin a li ber kurddan ew e ku li dor fikra yekîtiya neteweyî nehatine cem hev du. Taş, destnîşan kir ku bangawaziyên tên kirin girîng in û got: "Yekîtî û tifaqeke ku tevahiya Kurdistanê nehewîne wê bi ser nekeve. Saziyên kurdan hemû divê li dor yekîtiya neteweyî bibin yek û destekê bidin. Divê saziya herî biçûk jî derî tifaqê nemîne û çi hewce bê kirin. Em jî amade ne, çi bikeve ser milê me em ê bikin. Komeleya me jî 2-3 sal berê tev li civîn û daxuyaniyan bû û destek da xebatên bi vî rengî. Em niha jî destekê didin û ji bo destekdayînê amade ne."    Serokê Komeleya Dihêyiyan Mûsa Kûrt jî destnîşan kir ku armanca wan yekîtî û biratî ye û got: "Em dixwazin kurdên li Tirkiyeyê û ên li perçeyên din bên cem hev du û bi awayekî demokratîk bi hev re bijîn. Gava em bi hev re bin û em bi yek bin, wê pirsgirêk bi rihetî bên helkirin. Di vî warî de çi bikeve ser milê me em amade ne."    'NIHA DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE'    Serokê Komeleya Farqîniyan Alî Îhsan Dînçer jî bibîr xist di sala 2017'an de ji bo yekîtiya neteweyî ew û rêxistinên civaka sivîl li Amedê li hev kom bûne û got, wê gavê partiyên siyasî pir xwe nedane ber. Dînçer, got: "Yekîtiya di navbera gel de çê bûye. Gava li Rojava tiştek biqewime, ên li Rojhilat radibin ser piya. Hemn tişt li Bakur û Başûr jî çê dibe. Êdî divê rêxistinên civaka sivîl rabin ser piya û bibêjin, em naxwazin em bi awayekî perçekirî bijîn. Em jî rêxistina civaka sivîl a Kurdistanê ne. Niha dem dema yekîtiyê ye. Divê em bi hev re rabin ser piya."    MA / Mehmet Halît Çetînbaş