ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-13 09:00:58 * Rojnameger Azîz Oruç ku ji 2009 heta 2017'an di ajansên DÎHA û dihaber'ê de nûçegîhanî kir bi dehan nûçeyên taybet amade kir. Oruç ku gelek caran hat binçavkirin û berdan di rêveberiya Komeleya Cemiyeta Rojnamegerên Azad de jî cihê xwe girt. Gelek nûçe, dosya û bernameyên taybet ji bo ajansan û televîzyonan çêkir.  * Jinan, diyar kir ku ji bo lazmatiyên xwe yên metbaxê bikirin bazar bi bazar digerin û gotin, lê belê li her bazarê zem li ser zemê heye.    * Serokê Federasyona Komeleyên Herêma Rojhilat Başûrrojhilatê Abdulhakîm Daş, ji bo yekîtiya neteweyî got, divê saziyek jî li derî tifaqê nemîne û Serokê Komeleya Farqîniyan Alî Îhsan Dînçer jî got: "Divê em bi hev re rabin ser piya."    * Hakîme Karagoz ku di temenekî biçûk de hat zewicandin, piştî zewaca wê 2 sal şûnde hevjînê wê tê girtin. Karagoz ku 26 sal in diçe girtîgehê serdana hevjînê xwe, li Bismilê 20 sal in esnfatiyê dike.    * Wê OHD, derbarê tecrîd, maf, edalet û travmayên ji ber şer û pevçûnan çê bûne de panela "Maf û Edaletê" li dar bixe.    * Tê diyarkirin ku kevirên sûrên Amedê tên dizîn û firotin. Avahîsaz Arîf Îpek, destnîşan kir ku heger tevdîr neyên girtin wê texrîbata li sûran mezin bibe.    * Karîkaturîst Haydar Baydar ku di Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê de ye, ji ber karîkaturên xwe yên di sala 20104'n de xêz kiriye û li tu derê nehatine weşandin tê darizandin. Bi îdiaya "heqareta li serokomar" doz lê hat vekirin.    * Sê jinên siyasetmedar ên kurd û Taybet Înan li Silopiyê hatibûn kuştin. 4 sal bi ser kuştinê re derbas bû lê heta niha ji bo kujer derkevin holê tu hewldan nehatiye kirin. Ayşe Sanir a hevjînê xwe yê 75 salî winda kir şopên guleyên wan rojên pevçûnan nîşan da û qala wan rojan kir.    * 11 cenazeyên ku ji Goristana Garzanê hatibûn derxistin û DNA'ya wan diyar bû, dê ji Goristana Kilyos a Bêkesan bên derxistin û teslîmî malbata wan bên kirin. (09.00)   * Danişîna biryarê ya Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (09.30)    * Danişîna doza kuştina Ayten Adiguzel a li pêş çavên zarokên xwe hat kuştin, li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoya Stenbolê bê dîtin (10.00)    * Serokwezîrê AKP'î yê berê dê avakirina partiya xwe ya nû li Otela Bîlkent a Enqereyê bi raya giştî re aşkere bike (10.00)    * Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) dê têkildarî binpêkirina mafên mirovan li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.30)    * Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, dê têkildarî geşedanên nava hefteyê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    * Erdal Eren ê di darbeya 12'ê Îlonê de temenê wî mezin kirin û darvekirin dê li Goristana Karşıyaka ya Enqereyê bê bibîranîn. (12.00)   * Danişîna doza 5'ê Hezîranê ya Komkujiya Îstasyona Amedê dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Sincanê bê dîtin. (14.30)   * Parazvanên mafên mirovan dê bi minasebeta hefteya mafên mirovan li Riha panelê li dar bixin. (17.00)   * MA Muzik, dê bi şahiya muzîkê danasîna pirtûka "Me bi Stranan pir ava kir" bike. (18.00)   * Şaxên ÎHD, THÎV, Baroya Amedê û Înîsiyatifa Mafan dê bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê hefteya mafên mirovan li Salona Konferansê ya Tahir Elçî panela "Weki îhlala mafên mirovan; Lêpirsîna Ewlehiyê" li dar bixin. (18.00)