Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin 2019-12-12 16:40:57 ENQERE - Parlamentera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, diyar kir ku AKP'ê weke rojnameger Azîz Orûç herkesê dijberî xwe terorîst îlan dike û ji ber vê yekê gelek terorîstên wê hene, weke rojnameger Azîz Orûç. Parlamentera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, li Lîjneya Giştî ya Meclisê li ser butçeya Wezareta Xizmetên Civakî û Xebatê û Malbatê axivî. Taşdemîr di axaftina xwe de bertek nîşanî polîtîkayên li dijî jinan û tundiya polisan a li ser jinan da û diyar kir ku AKP herkesê dijberî xwe terorîst îlan dike. Taşdemîr bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Azîz Orûç jî da û destnîşan kir ku AKP weke rojnameger Azîz Orûç kesên ku li dijî siyaseta wê muxalefetê dikin terorîst îlan dike û ji ber vê yekê terorîstên wê pir in.