‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’ 2019-12-12 16:15:14 AMED – Rêxistinên maf ên Amedê têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehan daxuyanî dan. Endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Yusuf Erdogan diyar kir ku girtîgeh veguherîne “navenda binpêkirina mafê mirovan” û xwest girtiyên nexweş werin berdan.  Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) ya Amedê û Komelaya Înîsiyatîfa Maf di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehan li ber Dadgeha Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûner û rêveberên saziyan beşdarî daxuyaniyê bûn.   Li ser navê saziyan Endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê parêzer Yusuf Erdogan daxuyanî da. Erdogan bi bîrxistina peymanan ku divê çawa li hember girtiyan were tevgerkirin dest bi axaftina xwe kir.    ‘GIRTÎGEH BÛNE NAVENDÊN BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN’    Erdogan anî ziman ku tevî peymanan hemû jî li girtîgehan mafê jiyanê tê binpêkirin û gelek zextên giran ên şikandina rûmeta însanan di dewrê de ne û got: “Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafên mirovan. Tevî ku raporên binpêkirina mafên mirovan ên giran têkildarî girtiyan tên parvekirin jî lê ev rastî li girtîgehan naguhere. Di girtîgehên Tirkiyê de ji ber nexweşiyê û xemsariya rayedaran jiyana xwe ji dest didin. Girtî tên sirgûnkirin, îşkence li wan tê kirin û muameleya xerab tê kirin. Tecrîd û îzolasyon dewam dike û li pêş hevdîtinan astengî hene. Ev neheqî ye. Mafê agahî wergirtinê li girtiyan hatiye qedexekirin. Girtiyan dixin ber lêpirsînên dîsîplînê yên neheq. Wek van binpêkirinan gelek binpêkirina mafan diqewime.”    3 HEZAR ZAROK Û HEZAR Û 333 GIRTIYÊN NEXWEŞ    Erdogan binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin rêz kir û got bi ser kapasîteyê re girtî tên ragirtin. Erdogan anî ziman ku 743 zarok bi dayikên xwe re bi giştî 3 hezar zarok di girtîgehan dê tê ragirtin û mafê xwedîkirina zarokan û mafê tenduristiya girtiyan tê astengkirin. Erdogan da zanîn ku 457 jê giran bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin û ji maf û şertên tedawiyê tên mehrûmkirin. Erdogan got li girtîgehan îşkenceya sîstematîk û muameleya xerab bênavber pêk tê.    Erdogan di dawiya daxuyaniyê de pêşniyarên saziyan ên ji bo başkirina şertên girtiyan û girtîgehan xwend û rêz kir.