Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin 2019-12-12 16:07:56   AMED - Cenazeyê Erdal Tekay ku di pevçûneke ku li Şênê derketibû de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Yenîkoyê di bin dorpêça polisan hat veşartin.    Di navbera 7-8'ê Kanûnê de li Herêma Şênê ya di navbera sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlikê de operasyoneke leşkerî hatibû lidarxistin û pevçûn derketibû. Erdal Tekay ku di vê pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî ji aliyê malbata wî ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat wergirtin. Malbatê cenazeyê Tekay anî Amedê û duh saet 23.0'an de piştî ku vecîbeyên wî yên olî pêk anî, di bin dorpêça polisan de li Goristana Yenîkoyê veşart.    Polisan, ji bilî ferdên malbatê destûr neda ku kes tevlî merasîma cenazeyê Tekay bibe.    Malbatê ji bo kurê xwe şînê, li Mala Şînê ya Şaklatê ya li navçeya Peyasê ya Amedê danî.