Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin 2019-12-12 14:26:01 AGIRÎ - Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Nûrûllah Uzgun û endamê partiyê yê bi navê Îlyas ku paşnavê wî nayê zanîn ku ji Wanê diçûn Agiriyê agahî nayê girtin. Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Nûrûllah Uzgun û endamê partiyê yê bi navê Îlyas ku paşnavê wî nayê zanîn, duh bi otobusa nav bajaran ji Wanê çûn Agiriyê. Lê heval û malbatên wan agahî ji wan nagirin. Hat hînbûn ku Îlyas li nuqteya polisan a navçeya Erdîşê ya Wanê û Nûrûllah jî li nuqteya polisan a li navçeya Xamûrê ya Agiriyê ji otobusa li siwar bûne hatine peyakirin. Li gel hin hewldanan jî nayê zanîn ku Îlyas û Nûrûllah birine kuderê.