Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir 2019-12-12 13:29:34   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî kurdan e û got: “Hûn behsa biratiya hezarê salan dikin, ev yek xiyaneta li dijî hiqûqa biratiya hezarê salan e.”    Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan li Desteya Giştî ya Meclîsê têkildarî hevdîtinên butçeya 2020’an a li Meclîsê didomin axivî.    Omer Ocalan polîtîkayên îqtîdarê rexne kir û got li Tirkiyê pêvajoyek ji demokrasiyê, mafên mirovan û hiqûqê bêpar diqewime. Ocalan têkildarî zextên li ser şaredariyên HDP’ê jî got: “Yên ku behsa demokrasiyê dikin, qeyûm tayînî şaredariyên me dikin. Gelê kurd û tirk û hemû dinya vê zîhniyetê dibîne. Ewilî bi destê YSK’ê êriş kirin û wezîfeya namzetên me yên hatin bijartin dan AKP’ê û mafê wan ê bijartinê desteserkirin. Wek ku marîfetek be 28 şaredariyên me desteserkirin.”    ‘JI BO KURD IN ÊRIŞ DIKIN’    Ocalan girtina Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a ku keça xwe û tiyê xwe di Komkujiya Gara Enqereyê de winda kir bi bîr xist û got: “Qeyûm tayînî şaredariya Pirsûsê kirin û talan kirin. Hatîce Çevîk niha di zîndanê de ye. Ewil DAIŞ’ê êriş kir. Niha jî îqtîdar bi destê darazê hevşaredara me da girtin û sirgûnî hefsek din kirine. Adeta îşkenceya Çîn pêk tînin. Ji ber şaredariyên kurd in êrişî şaredariyên me dikin.”    ‘PESNÊ XWE DIDIN’    Ocalan bal kişand zextên li ser HDP’iyan û got: “Wezîrek Karê Hundir ku destûra bingehîn nas nake heye. Wezîrê Dadê pesnê edaletê dide û xweşik nîşan dide. We li dadgehan tabeleyek “Edalet bingeha milk e” daliqandiye. Komîsyonek ava bikin û Wezîrê Karê Hundir deynin ser serê wê. Jixwe Serokkomar li darêzê diqedîne. Behsa Fransayê dikin. Qewimandinên li welatê xelkê dibînin lê li welatê xwe nabînin. Li vê Meclîsê li dijî kurdan bi piraniya dengan biryaran digirin. Lê partiya me HDP li dijî van biryaran derdikeve. Ji ber vê yekê êrişî medikin.”    ‘WE JI BO KOMKUJIYA KURDAN DÎN KIR AMÛR’    Ocalan destnîşan kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriyê ne û got: “Hûn ketin Efrînê û we got ‘nebêjin dagirkerî û şer.’ Ev şer e. Heta şerê li dijî kurdan e. Hûn behsa biratiya hezarê salan dikin, ev yek xiyaneta li dijî hiqûqa biratiya hezarê salan e. Yên ku dibêjin biratî, birayên xwe yên li welat nagire û binçav nake, qeyûman tayînî şaredariyê wan nake û meclîsên wan talan nake. Em ji Helebceyê dizanin. Bi sûreya Enfalê dest bi komkujiyê kirin. Dîn dikin amûra komkujiya kurdan. Li Helebçeyê çekên kîmyewî bikar anîn. Niha jî heman şerî li dijî Rojava birêve dibin. Niha jî bi sûreya Fetîh li dijî Rojava dixwînin. Hûn nikarin dîn hildin pişt xwe û van polîtîkayên qirêj û şaş birêve bibin. Em dîn û baweriya jî baş dizanin. Li hember me kevneşopiyek ku tehamulî kurdî nake heye.”