Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn! 2019-12-12 13:23:10 WAN - Girtî Huseyîn Guducu ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê dimîne, li gel ku di kezeba wî ya reş de 3 hemonjiom hene, ne tê tedawîkirin û ne jî dermanên wî tên dayîn.    Girtî Huseyîn Guducu (45) ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê dimîne, nayê tedawîkirin. Kurê Guducu yê di kezaba wî reş de 3 hemonjiom (cûreyeke ûr e) hene, Barış Guducu, têkildarî rewşa bavê xwe axivî û diyar kir ku bavê wî rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Tûrgût Ozal a Zanîngeha Înonuyê, lê tedawî wî nayê kirin û dermanen wî nayên dayîn.    'DERMAN PÊ DAN KIRÎN LÊ NEDAN BAVÊ WÎ'   Guducu, da zanîn ku bavê wî 18 mehên girtî ye û tedawiya wî nîvco maye û wiha got: "Li Meletiyê ji bo bavê min dermanên ku divê bi lezgîn bi kar bîne hatin nivîsandin, lê rêveberiya Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê bi zanebûn reçeteya dermanên bavê min li nexweşxaneyê hişt. Ez bi derftên xwe çûm Meletiyê û reçeteya dermanên bavê xwe girt. Lê dermanên ku di reçeteyê de hatine nivîsandin li Tirkiyeyê nayên firotin. Ji ber ku di şîrketeke taybet bi bihayê asgarî dixebitim, min ji derdora xwe hin dirav berhev kir û bi 315 Euro'yî (2.038,41 TL) derman jê re kirî. Bijîjk ji min re got ku dema te dermanan kirî min agahdar bike. Min jî bijîjk agahdar kir. Bijîjk vê carê jî got ku bila derman li cem te bin, ez ê roja emeliyatê bidim te lê divê ku tu berî min li beşaha cerahiyê bigerî û bibêjî ku bavê min li beşa anijyoyê bê emeliyatkirin. Li ser vê yekê ez li beşa cerahiyê geriyam û ji min re gotin ku dê heyet li hev kom bibe û biryarê bide. Piştî 4 rojan gotin ku odeya wan a ku girtî bigirin tuneye û tiştekî ku bikin nemaye, rewşa girtî ne pir giran e. Min jî ji wan pirsî ku we çima van dermanan bi min da kirîn? lê bersiv nedan."   'DERMANAN HÊ JÎ NEDANE'   Guducu, destnîşan kir ku dermanê ku di 23'ê Mijdarê de ji bavê xwe re şandiye hê jî negihîştine bavê wî û ev tişt anî ziman: "Dermana ku min kirî li depoya girtîgehê tê rawestandin. Nexweşiya bavê min micid e. Divê ku dermanên bavê min bên dayîn û sewqê nexweşxaneyê bê kirin û tedawiya wî bi awayekî rêk û pêk were kirin."   ‘İLAÇLARI HALEN VERİLMEDİ'