Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat 2019-12-12 12:22:22   EDENE - Daneşîna doza ku li Edeneyê, li ser "îxbareke bê nav" li 3 malbat û 2 mermervanan hatibû vekirin, hat dîtin.    Di 10'ê Çileya 2018'an de li ser "îxbareke bê nav" ku li Navenda Ragihandinê ya Serokwezîriyê (BÎMER) hatibû kirin, bi angaşta "propagandaya rêxistinê" doz li 3 malbat û 2 mermervanan hatibû vekirin. Daneşîna yekemîn a dozê, li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê hat dîtin. Dayika Bedrettîn Akdenîz ê BOG'î Sebîha Akdenîz û bavê Azad Çakar ê YPG'î Mehmet Çakar, her du mermervan Î.V. û U.V. û parêzer li daneşînê amade bûn.    Di daneşîna ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de destpêkê kurteya doznameyê hat xwendin. Dayika Akdenîz Sebîha Akdenîz diyar kir ku ew nizanin goristan ji aliyê kî ve hatiye çêkirin û bi vekirina dozê re êşa wan duqat bûye. Akdenîz sûcdariyan red kir û beraeta xwe xwest. Bavê Çakar Mehmet Çakar jî sûcdariyan red kir û beraeta xwe xwest.   Her du mermervan Î.V. û U.V. jî destnîşan kirin ku piraniya goran çêdikin û tu xebateke wan a taybet têkildarî goran tuneye û beraeta xwe xwestin.    Parêzeran jî parastin kir û diyar kirin ku bicihkirina wêneyên zarokên xwe ya kêlêkên goran a malbatan ne sûc e û vekirina dozê êşa malbatan zêdetir kiriye. Parêzeran destnîşan kir ku ji ber çalakiyê "propagandaya rêxistinê" nehatiye kirin û daxwaz kirin ku muwekîlê wan bên beraetkirin.    Heyeta Dadgehê, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de daneşînê taloqî 6'ê Sibata 2020'an bê kirin.