'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’ 2019-12-12 11:48:34   STENBOL – Nûnerên rêxistinên ciwanan bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî 3 xwendekarên kurd ên li Antalyayê û gotin “Êrişa li dijî xwendekaran parçeyek polîtîkaya dewletê ye.”    Li Tirkiyê di serdemên şer de gotinên nefretê û êrişên nijadperest zêde dibin rê li ber êrişan vedike. Her dawî jî li Dibistana Pîşeyî ya Bilind a Zanîngeha Antalyayê êrişa nijadperest li dijî 3 xwendekarên kurd qewimî.    Xwendekar ji ber êrişên nijadperest neçar man ku dest ji dibistanê berdin. Nûnerên rêxistinên ciwanan bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî xwendekarên kurd dan.    ‘EV ÊRIŞ BÊTEHAMULIYA KURDBÛNÊ YE’    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Murat Yaşar êrişa nijadperest a li dijî xwendekarên kurd şermezar kir û êrişên bi vî rengî bêtehamuliya kurdan e. Yaşar da zanîn ku ew van êrişan nikarin qebûl bikin û got: “Ev dewama êrişên faşîst ên bi salane didome ye. Em ê tevî van êrişan jî biratiya gelan biparêz in.”    ‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE’    Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Alev Ozkîraz jî bi bîr xist ku Şîrîn Tosun bi boneya bi kurdî axivî li Sakaryayê hat kuştin û însan tenê ji ber ku bi kurdî diaxivin êriş li dijî wan pêk tê û tên kuştin. Ozkîraz wiha got: “Ev êriş parçeyek polîtîkaya dewletê ne. Hebûna kurdan qebûl nakin. Dixwazin mafê kurdan û zimanê wan ji holê rakin. Ev polîtîkayek tunekirina kurdan e. Dixwazin civakê bikin yek tîp. Em ê wek ciwanên sosyalîst piştgiriya xwe mezintir bikin û van polîtîkayan bişkênin. Em dibêjin ev jî dê bi xweseriya demokratîk û perwerdehiya zimanê zikmakî pêk were.”