Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin 2019-12-12 11:32:24   AMED – Cenazeyê endamê HPG’ê Mûsa Kalkan ê ku di operasyoneke leşkerî de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Dêran ê navçeya Pîranê hat definkirin.   Cenazeyê endamê HPG’ê Mûsa Kalkan ê di encama operasyoneke leşkerî ku di navbera 7-8’ê Kanûnê de li Herema Şênê ya di navbera Amed, Çewlik û Mûşê hatibû lidarxistin de bi jiyana xwe ji dest dabû, radestî malbatî wî hat kirin. Malbatê piştî ku cenazeyê kurê xwe wergirt, duh li gundê Dêran ê navçeya Pîran a Amedê defin kir. Malbat û gundî beşdarî merasîma cenaze bûn. Derdora goristana gund ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin.   Malbatê ji bo kurê xwe şînê li Mala Şînê ya Têrkan a navçeya Rêzan a Amedê danî.