Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye 2019-12-12 11:24:01 ENQERE - Girtî Mehdî Boz ku li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye, ragihand ku li gel ku nexweş e lepik nadinê û bi hinceta "Gel teşfîqê serhildanê dike" pirtûkeke helbestan jê re qedexe kirine.  Girtî Mehdî Boz ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Xarpêtê girtî ye, nameyek ji Ajansa Mezopotamyayê re şand û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Boz, ragihand ku ji ber nexweşiya wî li gel ku pêwîstiya wî bi lepik heye jî bi hinceta ku di lîsteya amûrên dikarin bên girtin de tuneye, jê re hatiye qedexekirin. Boz, destnîşan kir ku Pirtûka helbestan a bi navê "Dilên Birîndar" a Cuneyt Karaman bi angaşta "propagandaya rêxistinê û gel teşfîqê serhildanê dike" nadinê û ev tişt got: "Em li cihên ku pirtûkên helbestan qedexe ne dijîn. Em li cihê ku li dijîn bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin."    Girtî Boz, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê, di nameya xwe de wiha rêz kir:    “* Em çapemenî û weşanên sosyalîst nagirin. Sînorbûna pirtûkan heye.    * Li her derê serdanan saetekî ne lê vir hê jî 35-40 deqe ne. Mafê sohbetê hefteyekê ye tê pêkanîn. Ew jî mehê 2 caran bi qasî 45 deqeyan.    * Mehê tenê 10 Rojnameya Yenî Yaşamê didin. Hin caran Rojnameya Evrensel nadin.    * Ev demeke pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene; li gel vê yekê hin dermanên min nadin.    * Di destên min de nexweşiyên mîna Anemî (bêxwînî) Dermatît (kêmgirtina çerm) hene. Ji ber vê yekê divê hewaya sar de lepik bikim destên xwe lê bi hinceta ku "lepisk qedexe" ye nadin min.