Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû 2019-12-12 11:07:24 AMED – Wekîlê AKP’ê yê berê Abdurrahman Kurt gotibû “Kadroya li cemaweriyê tê firotin.” Sekreterê TMMOB’ê Dogan Hatûn jî banga “tiştên tu dizanî eşkere bike” li Kurt kir û got: “Kurt jî di nava vê fişarê de bûye. Birayê Galîp Ensarîoglu, Cîhan Ensarîoglu serkêşê van karan bû.”  Parlamenterê AKP’ê yê Amedê Abdurrahma Kurt yê berê li ser hesabê xwe yê Twîtterê gotibû li saziyên cemaweriyê ango saziyên dewletê kadrobûnê bi pereyan tê firotin. Kurt eşker ekiribû ku ji bo kesek bigirin Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) 80 hezar lîre û ji bo wezîfedarê ewlehiyê yê bi çek hildin balafirgehê jî 22 hezar lîre divê were razandin.    ‘EV PIRSGIRÊK LI TEVAHIYA TIRKIYÊ HEYE’   Berdevkê Platforma KESK’ê ya Amedê Sîraç Çelîk da zanîn ku ev mijar tenê ne Amedê eleqedar dike û tevahiya Tirkiyê eleqedar dike û got: “Ev pirsgirêk li tevahiya Tirkiyê heye. AKP li qada cemaweriyê rêxistinek ku ji bo alîgirên xwe dixebite ye. Li gorî daxwaza dilê xwe alîgirên xwe li saziyan bicih dike. Li şûna karmendên bi KHK’iyan hatine îxrackirin alîgirên xwe bicih dike. Me van pirsgirêkan bi salan anîziman. Lê kes guh neda me. Lê niha AKP’î rabûne û hev gilî dikin û li dijî hev derdikevin. Giliyê wan me mafdar derxist. Di demên dawî de bûne dijberên hev û hev eşkere dikin. Em ê bibin şopdarê vê yekê.”    ‘BELGEYAN EŞKERE BIKE’    Sekreterê TMMOB’ê yê Amedê Dogan Hatûn jî bang li Kurt kir ku vê mijara aniye rojevê bi belgeyan raxîne ber çavan. Hatûn got: “Ev ne carfa ewil em van angaştan dibihîzin. Beriya niha jî cematê vê meseleya kadrobûnê bi pisporî dikir. Piştî hewla 15’ê Tîrmehê û derxistina KHK’iyan û îxracan ev pirsgirêk her ku çû li Amedê berbelav bû. Bi taybetî birayê Galîp Ensarîoglu, Cîhan Ensarîoglu serkêşiya van karan dikir. Bi taybetî ji însanan pere girt û li şaredariya Peyasê bicih kirin. Di heman demê de ji bo şaredariyên Sûrû Yenîşehîrê jî vê yekê kirin. Çavkaniya bingehîn a van pirsgirêkan jî kurmîbûna rizîna civakî ye. Yên ku ji vê rewşê para xwe nagirin, yek bi yek hev deşîfre dikin. Ez angaşt dikim ku Abdurrahma Kurt jî di nava vê fişarê de bûye. Van meseleyan ji xwe dizane. Îqtîdarê tehdît dike û li para xwe digere. Ji ber ku para wî nedanê niha vê meseleyê tîne rojevê. Helbet niha belgeyên şênber li ber desê wî hene. Divê dewlet derbarê vê yekê de lêpirsîn were destpêkirin. Mirov dikare bêje ku saziyên dewletê bi awayek mafyawarî dibin çete.”    MA / Semra Turan – Gulistan Dînç