2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye 2019-12-12 10:22:32   AGIRÎ – Li navçeya Dutax a Agiriyê di 6'ê kanûnê de eskeran bi ser gundê 3'ê Mûşiyan de girt û di serdegirtina gund de Murat Kaya jiyana xwe ji dest dabû. 10 gundî jî hatibûn binçavkirin. Ji 10 kesên hatibûn binçavkirin Cemal Aksoy û Fikret Çetin hatin girtin. Hevjîna Kaya Zozan Kaya jî hêj di bin çavan de ye.    Eskeran di 6'ê Kanûnê de bi ser gundê Mûşîyan ê Navçeya Dûtaxa Agiriyê de girtibûn. Di serdegirtina gund de Murat Kaya yê bavê 3 zarokan jiyana xwe ji dest dabû û 10 gundî hatibûn binçavkirin. Ji 10 gundiyên hatin binçavkirin jê 2 kes hatin girtin. Di nava 10 kesên hatibûn binçavkirin, hevjîna Murat Kaya Zozan Kaya jî hatibû binçavkirin. Zozan Kaya hêj di bin çavan de tê girtin. Di serdegirtina eskeran de Ahmet Aksoy jî bi lêdanê birîndar bûbû.    Di serdegirtinê de Hanım Aksoy, Alican Aksoy, Kemal Aksoy, Ahmet Aksoy, Cemal Aksoy, Fikret Çetin û Mehmet Siddik Çetin ên hatibûn binçavkirin, duh sewqî dozgeriyê kirin. Hanım Aksoy, Cemal Aksoy, Ahmet Aksoy û Fikret Çetin, li dozgeriyê hatin berdan. Ahmet û Hanım Aksoy jî li dadgeha nobedar serbest hatin berdan. Cemal Aksoy û Fikret Çetîn jî hatin girtin û şandin Girtîgeha Panosê ya Agiriyê.   Hevjîna Murat Kaya yê hat kuştin Zozan Kaya û Bîrgul Çetîn jî hêj di bin çavan de ne. Tê payîn ku wan sewqî dozgeriyê bikin.