KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin 2019-12-12 10:03:25 AMED - KCD'ê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyek weşand û da zanîn ku ji ber tecrîdê û dewamkirina şer û êrişan mafê mirovan tê binpêkirin û xwest desthilatdarî demildest dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê û girtîgehan bîne. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan a di navbera 10 û 17'ê kanûnê de ku li Tirkiyê û bajarên herêmê tê pîrozkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û zextên li ser saziya xwe.    Daxuyaniya KCD'ê ya nivîskî wiha ye:   "Erdnîgariya Rojhilata Navîn ya Jeo Startejîk û Jeo Polîtîk ji bo dewlet û rejîmên antî-demokratîk cihê jiyanê ye. Li Cîhana ku mafê nifşa 3’yemîn tê axavtin de jiyana mafên bingehîn ên mirovan di bin talûkeyek mezin de ye. Kirinên ku li dijî mirov, jin, zarok û li gel wê li hemberî dîrok, erdnîgarî û civaka ku li dergûşa mirovahiyê Mezopotamya yê dijîn tê kirin ne mimkûne bê qebûlkirin.   Dema ku pergala hegomonîk ya Kapîtalîzmê dikeve serdema krîzê; şer, mirin û bi koçkirinan re mafên mirovan tên binpêkirin. Di vê çerçoveyê de di roj û hefteya Mafên Mirovan de ji civakên cûda bertek û nerazîbûnên ku tên, dide xwiyakirin ku rewşa heyî nayê berdawam kirin. Daxwaza gel ya azadiyê ku bi buhara Ereban dest pê kir, bi mîlyonan mirov daketin kolanan û asta ku têkoşîna gel ê Kurd a sedsalan hatiyê, krîza heyî hêj kurtir dike û arasteyî çareseriyê dike.   Li gorî me sedema bingehîn a krîza heyî tecrîda ku li grava Îmraliyê tê berdewam kirin e. Fikir û pêşniyarên Brêz Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd sedema pêkanîna vê tecrîdê ye. Berdewamkirina tecrîdê rêbazên berdewamkirina vê kaosê ye.   Li Tirkiye yê jî, desthilatdariyê, bi hewla darbeya 15’ê Tîrmehê şensê avakirina rejîmek li gorî dilê xwe bi dest xist. Ji ber vê yekê mafên demokratîk ên herî kêm jî ji hêla desthilatdariyê ve ji holê hatine rakirin. Pêkûtiyên li hemberî qada siyaseta demokratîk, binçavkirin, girtin û bi tayînkirina qeyûman xespkirina vîna gel, mafê meş, çalakiyên protestoyî û êrişên bê pîvan pêkanînên faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ji van binpêkirinan ya herî mezin û bê hiqûqî jî sepandinên li hemberî Kongreya me, pêkûtî û binçavkirin in. Desthilatdariyê bi pêkûtiyên ku li dijî civakê pêktîne, welat veguherandiye qada rûniştandina darizandinê.   Ji ber domdariya şer û êrişan, butçeya gel ji bo aboriya şer û qesrê tê veqetandin û gel ber bi xizanî û bêçareseriyê ve hatiye kaşkirin. Polîtîkayên qetilkirina sedan jinan a her sal, berdewamkirina pergala baviksalarî û rejîma heyî jî bi awayekî hevrast berdawam dike.   Ev sepandinên ku di van rojên ku mafê mirovan tê axaftin de bi seranserê xwe her yek binpêkirinek mezin e. Mixabin binpêkirina mafê mirovan ên ku di serî de li grava Îmraliyê û li girtîgehên din tên meşandin nayên qebûlkirin. Berdewamkirina tecrîda li Îmraliyê beramberî daxwaza berdewamkirina şer û kaosê ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dê berpirsiyarê exlaqî, wijdanî, siyasî û hiqûqî ya tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin û hezaran girtiyên nexweş ên siyasî be. Li tu welatên cîhanê tecrîda dijmirovî  û pêkanînên dijhiqûqî ya ku li Îmraliyê tê meşandin tuneye. Divê desthilatdar dev ji bêhiqûqiya ku li greva Îmraliyê û li tevahî girtîgehan pêk tîne berde.    Bi munasebeta roj û hefteya Mafê Mirovan, em bang li hemû saziyên netewî, navnetewî û raya giştî dikin, ji bo ku tecrîda dijmirovî û ev pêkanîna sûcê şer bê bidawîkirin, bikevin nava tevgerê. Her wiha em bang li hemû gelên xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemû qadên jiyanê li dijî şêwazên mêtîngeriya berfireh ku pêk tê derkevin, maf û hiqûqa mirovî di warê bingeha herêmî û navneteweyî de biparêzin û xwedî lê derkevin."