Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin 2019-12-12 09:45:03   MÊRDÎN – Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, hat binçavkirin.    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê vê sibehê polîsan bi ser mala Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz a ku di 4’ê mijdarê de li ser fermana Wezareta Karê Hundir ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û Cîgira Hevşaredarên Qoserê Dîlber Sulhan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê Yilmaz û Sulhan binçav kirin.    Hat zanîn ku Yilmaz û Sulhan di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin hatine binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.    Têkildarî binçavkirina Yilmaz û Sulhan agahî nedan parêzerên wan.    Li aliyê din hat ragihandin ku polîsan bi ser mala Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek de jî girtine û ji ber ne li malê bûye nehatiye binçavkirin.