Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da 2019-12-12 09:22:39 AMED - Kurê Giyasedîn Doganay, 5 sal berê tev li PKK'ê bûye. Lê belê Wezareta Karên Navxweyî, 2 caran û Midûriyeta Emniyetê ya Dersimê jî carekê lê frez kiriye ku "gazî kurê xwe bike." Doganay, diyar kir ku naxwaze bê nerihetkirin û ji bo vê serî li ÎHD'ê da.    Wezareta Karên Navxweyî, midûriyetên emniyetên bajaran û fermandariyên cendirmeyan, bi ser malbatên zarokên wan tev li PKK'ê bûne diçin. Hat diyarkirin ku nexasim jî piştî çalakiya li ber avahiya HDP'a Amedê, polîs û esker telefonî malbatan dikin an jî diçin cem malbatan û wan nerihet dikin. Yek ji vê malbatê jî malbata Doganay e. Giyasedîn Doganay ku li Sûr a Amedê dijî, heta niha Wezareta Karên Navxweyî 2 caran û Midûriyeta Emniyetê ya Dersimê jî carekê lê geriyaye.    ‘BIÇE CEM MILÎSÊN DI NAV HDP'Ê DE'    Giyasedîn Doganay, anî ziman ku di Mijdara 2018'an de Wezareta Karên Navxweyî telefonî wî kiriye û gazî wî kiriye ku bê kafeyekê û got: "Gotin, me ji bo kurê te telefonî te kiriye û em dizanin kurê te li kuderê ye. Baweriya min bi wan nehat. Neçûm. Gotin wer filan qehwexaneyê. 3 kes bûn. Di wesayîtê de jinek jî hebû. Wêneyê kurê min rê min dan, gotin 'Em dizanin kurê te li kuderê ye. Her, wî bûne.' Xwestin gazî kurê xwe bikim."    Doganay, diyar kir ku heman kesa jê re gotiye "Biçe avahiya HDP'a Dersimê, bila milîsên li wir aliyê te bikin' û got, lê belê wî ev tişt qebûl nekiriye. etti.    EMNIYET: EM DIZANIN KURÊ TE LI KUDERÊ YE    Doganay, anî ziman ku vê carê jî di Gulana 2019'an de Midûriyeta Emniyetê ya Dersimê telefonî wî kiriye û got: "Ji min re gotin, em dizanin kurê te li kuderê ye, gazî wî bike û wî qaneh bike. Ma kurê min mî ye ku biçim bi stuyê wî bigirim û bînim. Ji xwe baweriya min jî bi wan nayê."    Doganay, destnîşan kir ku herî dawî du hefte berê Wezareta Karên Navxweyî careke din lê geriyaye û jê re gotin "Em ji Enqereyê telefonî te dikin. Ji bo tu kurê xwe bibînî em ê aliyê te bikin. Gazî wî bike."    SERÎ LI ÎHD'Ê DA    Doganau, ji bo neyê nerihetkirin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.    Doganay, destnîşan kir ku rê û rêbazên bi vî rengî nerast in û got, divê pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane bê helkirin û ji bo vê jî bang kir.