Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir 2019-12-12 09:21:57 ŞIRNEX - Yek ji kesên di "jêrzemînên wehşetê" de jiyana xwe ji dest da Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bû. Hevalên wê behsa wê kirin û gotin, Yukselê bi wêrekiya xwe pêşengtî ji gelê Cizîrê re kiriye.    Di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Qedexeya hatibû îlankirin 79 rojan dewam kiribû. Di dema qedexeyê de ji nêzî 300 kesên jiyana xwe ji dest dabûn 177 jê li jêrzemînên sê avahiyan ku ji bo wan tê gotin "jêrzemînên wehşetê" hêwirîbûn. Kesên li jêrzemînan hêwirîn bi saxî hatin şewitandin û kuştin. Di nav van kesan de Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel jî hebûn.    Yuksel ku gotibû "Ez dayik im, nikarim zarokên xwe bi tenê bihêlim" ji Cizîrê derneketibû, di sala 1973'yan de li navçeya Qileban a Şirnexê hatiye dinê.    Di emrekî biçûk de hatiye zewicandin û dayika 2 zarokan bû. Hevjînê wê di 22 saliya xwe de di qezayeke karî de jiyana xwe ji dest daye. Birayê wê Necmettîn Urun jî di sala 1995'an de ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin. Yuksel, di sala 2005'an de li Qilebanê di bin banê Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) de tev li xebatên siyasî dibe û heta sala 2011'an jî li Şirnexê bi awayekî çalak dixebite. Li Sêrt û Êlihê jî demeke dirêj di nav xebatên jinan de cih digire û di sala 2015'an de jî dibe Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê.    CENAZEYÊ WÊ PIŞTÎ MIRINA WÊ BI 3 MEHAN HAT DÎTIN    Di dema qedexeya derketina derve de gava operasyon dest pê kirin, gelek kesan berê xwe dabû jêrzemînên avahiyan. Yuksel jî ketibû jêrzemîna avahiyekê û di jêrzemînê de hatibû şewitandin û kuştin. Cenazeyê wê, pêşî ji hêla malbatekê ve tê wergirtin û malbat dibê qey cenazeyê zaroka wan e û evdişêre. Lê belê 3 meh şûnde piştî encamên DNA'yê kifş dibin, tê famkirin ku şaşiyek çê bûye û vê carê malbata Yukselê cenazeyê wê werdigire û di 12'ê Adara 2016'an de li Taxa Ozelî ya Qilebanê li cem gora birayê wê Necmettîn Urun tê veşartin. Cenazeyê wê tevî şara wê û tovên gulan tê veşartin. Her wiha Yukselê wesiyet kiribû ku di dema veşartina wê de strana "Sê Jinên Azad" bê gotin: Gava hat veşartin heman stran hatibû gotin.    WÊREKIYA ASYA YUKSELÊ    Hevalên Asya Yukselê behsa wê kirin. Hevseroka HDP'a Qilebanê Muzeyyen Rustemoglû ku bi saya Yukselê daxilî nav siyasetê bûye, anî ziman ku gava tu eleqeya wê bi siyasetê re tunebûye Yuksel hatiye cem wê û jê xwestiye bibe Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr. Rustemoglû, diyar kir ku bi xwe nebawer bûye, lê Yukselê ew qaneh kiriye.    Rustemoglû, da zanîn ku wê demê li Qilebanê tenê siyasetmedarek jin hebûye ew jî Asya Yuksel bûye û got: "Piştî wê hin hevalên din ên jin jî daxil bûn. Gava HDP hat avakirin ez bûm hevseroka navçeyê. Hevala Asya, ji bo me jinan pêşengtî dikir û em daxilî nav siyasetê kirin."    ‘BÛ PÊŞENGA JINA'    Rustemoglû, da zanîn ku paşê Yuksel çûye Cizîrê û li wir xebatên xwe dewam kirine û got: "Asya li Cizîrê bû. Ji ber vê demeke dirêj me hev du nedît. Gava me ew di televîzyonê de dît em hestiyar bûn. Pêşenga me jinan bû. Bi saya wêrekiya wê gelek hevalên jin daxilî rêveberiyê bûn. Jinan tesîr jê digirt."    Ferîde Ender ku ew û Asya Yuksel nêzî 15 salan bi hev re xebitîne, anî ziman ku Yukselê li ber dilê jinan siyaset xweş dikir û dikir ku pêşiya wan vebike. Ender, got: "Tim gazî min û hevalên jin dikir û digot, werin partiyê. Bi vî awayî me hez ji partiyê kir. Cidiyeta wê ya di dema xebatan de, tesîreke mezin li me dikir. Em ê şopdarê têkoşîna wê bin."    MA / Ahmet Kanbal –Mujdat Can