Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye 2019-12-12 09:11:15 MÊRDÎN – DEDAŞ'ê li Mêrdînê ceryana nêzî hezar 500 cotkarî qut kiribû û 240 gundî jî di tariyê de hiştibû. Bi ser de jî hin cotkaran dabû ber îcrayê, lê cotkaran îtiraz kiribû. Dadgehê, di biryara xwe de got, cotkar mafdar in û xwest cezayê hatiye birîn bê xerakirin.  Şîrketa Belaavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li Qoser û Dêrika Mêrdînê bi hinceta "heqê ceryanê nedane" ceryana 240 gundî û hezar û 500 cotkarî birîbû. Bi ser de jî hin cotkaran dabû ber îcrayê, lê cotkaran îtiraz kiribû. Lê belê Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, biryareke girîng da. DEDAŞ'ê, di navbera sala 2013-2014'an de biryara îcrayê ji 2 hezar cotkarî re şandibû. Lê belê hin cotkaran îtiraz kiribû û serî li Dadgeha Hiqûqê ya Qoserê dabûn. Dadgeha Îdareyê, got cotkar mafdar in û xwest cezayê li wan hatiye birîn bê xerakirin.    6 HEZAR COTKARÎ ELEQEDAR DIKE    Paşê DEDAŞ'ê dosye ji Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê re şand. Lê belê Daîreya Hiqûqê ya 13'an a Dadgeha Îstinafê di biryara xwe de got, cotkar mafdar in. Di biryarê de hat diyarkirin ku tespîta DEDAŞ'ê ya ji bo "ceryana qaçax" ne li gor mewzûatê ye û li gorî Rêziknameya Xizmetên Mezaxêran a Piyaseya Ceryanê nehatiye amadekirin û xwest biryara hatiye girtin bê rawestandin. Biryara dadgehê, nêzî 6 hezar cotkarî ku ceza li wan hatiye birîn eleqedar dike. Her wiha Dadgehê di biryara xwe de got, divê cezayê hatiye birîn bê xerakirin.    MA / Omer Akin