ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-12 09:00:34 * Derbarê 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê de, ji ber çalakiyên ji bo greva birçîbûnê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin.  * Xana Kurkvana ku wargeha çermvanan bû wêran bûye. Berê li xanê 80 çermvan hebûn, lê belê niha tenê 4 esnaf mane û ji van esnafan ê herî biçûk 62 salî ye.    * DEDAŞ'ê li Mêrdînê ceryana nêzî hezar 500 cotkarî qut kiribû û 240 gundî jî di tariyê de hiştibû. Bi ser de jî hin cotkaran dabû ber îcrayê, lê cotkaran îtiraz kiribû. Dadgehê, di biryara xwe de got, cotkar mafdar in û xwest cezayê hatiye birîn bê xerakirin.    * Yek ji kesên di "jêrzemînên wehşetê" de jiyana xwe ji dest da Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bû. Hevalên wê behsa wê kirin û gotin, Yukselê bi wêrekiya xwe pêşengtî ji gelê Cizîrê re kiriye.    * Kurê Giyasedîn Doganay, 5 sal berê tev li PKK'ê bûye. Lê belê Wezareta Karên Navxweyî, 2 caran û Midûriyeta Emniyetê ya Dersimê jî carekê lê frez kiriye ku "gazî kurê xwe bike." Doganay, diyar kir ku naxwaze bê nerihetkirin û ji bo vê serî li ÎHD'ê da.    * Nivîskar Firat Cewerî, anî ziman ku ligel polîtîkayên asîmlasiyonê hemûya dîsa jî kurdî hebûna xwe didomîne û got: "Xwendin, nivîsandin û axaftina bi kurdî, serîrakirin e."   Karkeran anî ziman ku sînorê xizaniyê yê malbatekê gihaştiye 7 hezar lîreyan û gotin: "Pir zehmet e ku mirov bi 2 hezar lîreyan debara xwe bikin. Lê belê gava em li qadan dengên xwe bilind bikin em ê heqê xwe wergirin."   * Nûnerên ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê û Înîsiyatifa Maf li pêş Qesra Edliyê ya Amedê, têkildarî binpêkirina mafan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, dê têkildarî endam û rêveberên xwe yên rastî gefan hatine, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Danişîna doza 17 jinên ku ji ber çalakiyên 25'ê mijdarê doz li wan hatibû vekirin dê li 3’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Hatayê bê ditin. (10.00-19.00)   * Danişîna 2 mermervan û 3 malbatên li Edeneyê yên ku li ser îxbarekê doza “propaganda rêxistinî kirine" li wan hatiye vekirin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a EDeneyê bê dîtin. (10.00-19.00)   * Meclîsa ÎSÎG'ê ya Îzmirê dê li Odeya Tabîban a Îzmirê têkildarî talûkeya Asbestê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Navenda Hafizayê, dê li NAvenda Çanda Mulkiyeyan li dijî bê cezakirinê gotubêja Têkoşîn û Edalet: Lêgerîna Edaletê" pêk bînin. (17.00)   * Danişîna doza Nisêbînê du 70 kes tên darizandin û darizandin ji hev qetandine, dê li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam bike. (10.00 - 17.00)    * Platforma Jinan a Enqereyê dê li dijî tundiya li ser jinan a li Şîlî,  dansa Las Tesis li Parka Kizilay Guvenê bidin pêşandan. (17.30)