NY: Di çalakiyên li Iraqê de 424 kes hatin kuştin 2019-12-12 08:22:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (ONCHR) rapora navbera 5'ê mijdar û 8'ê kanûnê aşkere kir. Komîseriyê diyar kir ku di çalakiyên ji 1'ê Cotmehê de dest pê kirine de 424 kesan jiyana xwe ji dest dane. 9 hezar kes jî birîndar bûne.  Mîsyona Alîkariya  Iraqê ya NY (UNAMI) ya Komîseriya Mafên Mirovan (OCHRH) a Neteweyên Yekbûyî (NY), rapora di navbera 5'ê Mijdarê û 8'ê kanûnê de aşkere kir. Komîseriyê di rapora ku agahî ji 183 kesan stend, diyar kir ku heta niha di bûyerê li Iraqê de 170 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 264 kes jî birîndar bûne. Komîseriyê destnîşan kir ku di çalakiyên protestoyî yên ji 1'ê Cotmehê de li Iraqê dest pê kir de 424 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 758 kes birîndar bûn.