Li Bazîdê Rojnameger Oruç û Hevserokê HDP'ê binçav kirin 2019-12-11 17:58:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li Navçeya Bazîdê Rojnameger Azîz Oruç û Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek û welatî Muhammet Îkram Muftuoglu binçav kirin.  Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polisan bi ser gelek malan de girt û di navde rojnameger û siyasetmedar jî heye gelek kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de Rojnameger Azîz Oruç, Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek, li ser rêya Bazîd Agiriyê binçav kirin. Di heman saetê de polisan bi ser mala Muhammet Îkram Muftuoglu de jî girt û welatî Muftuoglu binçav kirin. Polîsan bi kûçikan ketin malê deriye malê şikandin. Polîsan di lêgerînê de şopa tiliyan girtin û hemû alav û amûrên malê tev li hev kirin. Wezareta Karên Hundir têkildarî binçavkirinê daxuyanî da û ji bo Rojnameger Azîz Oruç  got “terorist”.