Parêzera li cem malbatan cih girt, doz li wê vebû 2019-12-11 17:49:03   WAN - Şaxa Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, diyar kirin ku der barê endama wan Prz. Ekîn Yeter de li gel ku daxuyanî nedaye jî bi hinceta li cem malbatên xwestin daxuyanî bidin cih girtiye doz hatiye vekirin.    Şaxa Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, li ser hesabê medya civakî daxuyanî dan û diyar kirin ku der barê endama wan Prz. Ekîn Yeter de li gel ku daxuyanî nedaye jî bi hinceta li cem malbatên xwestin daxuyanî bidin cih girtiye doz hatiye vekirin. OHD'ê anî ziman ku endama wan Prz. Ekin Yeter di pêvajoya greva birçîbûnê de li cem malbatên ku xwestin li Wanê daxuyanî bidin çapemeniyê cih girtibû û ji ber ve yekê doz li wê hatiye vekirin. OHD bibîr xist ku bi sucdariya "Li dijî zagona meş û xwepêşandanan derketiye û doz lê hatiye vekirin. Danişîna doza  Yeter dê di 31'ê Kanunê de li 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê bê dîtin.