Şaredara Qelqeliyê rakirin nexweşxaneyê 2019-12-11 17:35:14 WAN - Şaredariya Qelqeliyê ya Wanê Dîlan Ogrencî ku di 6'ê Kanûnê de hat binçavkirin û girtin, li girtîgehê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê.  Şaredariya Qelqeliyê ya Wanê Dîlan Ogrencî di 6'ê Kanûnê de binçav kirin û li dadgehê biryara girtina wê dan û şandin girtîgehê. Orencî piştî şandin girtîgehê, li girtîgehê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzes Orhan, li ser hesabê twîtterê diyar kir ku nexweşiya Ogrencî ya “Heretiter Anjiyo Odem" heye û xwest bi lez û bez Dîlan Ogrencî serbest bê berdan.