Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin 2019-12-11 16:50:02 AMED – Li navenda Amedê û hin navçeyên wê di serdegirtinên malan de 17 kes hatin binçavkirin.  Li navçeyên navendî Rezan û Peyas û navçeyên Pîran, Licê, Hênê û Karazê yên Amedê cendirmeyan vê sibehê bi ser 29 navnîşanan de girt. Piştî lêgerîna li malan pêk hat 17 kes binçav kirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Amedê.    Walîtiya Amedê derbarê binçavkirinan de daxuyanî da û ragihand ku 17 kes bi hênceta “alîkarî dane rêxistinê” hatine binçavkirin.