Hevşaredarên Pasûrê tehliye bûn 2019-12-11 16:39:46 AMED - Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay û 3 kesên ku bi wan re girtî dihatin darizandin, di daneşîna xwe ya yekemîn de tehliye bûn.  Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay, piştî bûyereke ku di 12'ê Îlonê de li gundê Beyrokê yê navçeya wan pêk hatibû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ji peywirê hatibûn dûrxistin û hatibûn girtin. Yekemîn daneşîna doza ku li hevşaredaran hatibû vekirin, li 9'emîn Dadgeha Cezaya Girana Amedê hat dîtin. Her du hevşaredar ji girtîgehên ku lê girtî ne, bi rêya SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bûn. Hevşaredar Taş û Ay û Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Abîdîn Karaman, Midurê Karên Fenê Şener Aktaş û Mehmet Emîn Ay ku bi wan re hatibûn girtin tehliye bûn.