Eskeran bi ser gund de girt: Bavê 3 zarokan Murat Kaya hat kuştin 2019-12-07 16:56:19 WAN - Duh li gundê Mûşîyan ê Dutaxa Agiriyê pişti esker derketin operasyonê şer derket. Di şer de  bavê 3 zarokan Murat Kaya jiyana xwe ji dest da.    Duh li Gundê Mûşîyan ê navçeya Dutaxê ya Agiriyê esker derketin operasyonê. Di operasyonê de şer derket. Di şer de bavê 3 zarokan Murat Kaya di gulebarana eskeran de jiyana xwe ji dest da. Li gund 10 kes hatin binçavkirin. Welati Cemal Aksoy di şer de birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Lêkolînêya Wanê. Hat diyar kirin ku eskeran îşeknce li gelek welatiyan kir.    ESKERAN BI DEHAN GUNDÎ BINÇAV KIRIN   Birayê Murat Kaya, Mehzer Yalçin, diyar kir ku di saetên serê sibê de eskeran bi ser gund de girt û wiha got: "Me jî meraq kir û em derketin derve. Dema em nêzîkî eskeran bûn û me xwest bûyerê fêr bibin, dengê çekan hat. Piştî dengê çekan em ketin nava panîkê û em reviyan. Wê demê birayê min nêzî cihê bûyerê bû. Ew jî bi şimika nigê xwe derketibû derve. Birayê min ê din Fettah Yalçin jî piştî bûyerê hat binçavkirin. Niha birayê min li ku di bin çavan de ye em nizanin. Dema em diçin qereqole esker bera me didin. Nahêlin em nêzî qereqolê bibin. Li gund jin û mêr bi dehan kes binçavkirin. Piştî bûyerê jin û mêr li dibistanê kom kirin û piştî demekê em serbest berdan. Birayê min Murat bê sûc hat kuştin.