Girtiyê nexweş ji ber rapora wî winda bûye bernadin 2019-12-07 16:26:50   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" di hefteya 523’emîn de li navçeya Konakê berdewam kirin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku Girtî Huseyîn Sari yê li Girtîgeha Tîpa T a Akhisarê girtî ye, ji ber rapora wî winda bûye nayê berdan.    Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin"  di hefteya 523’emîn de li navçeya Konakê daxuyanî dan çapemeniyê.  Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên girtiyên nexweş bi boneya "Girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 523’an de kom bûn û li navçeya Konakê li pêş avahiya Serokwezîrtiyê kom bûn, Reveberên HDP'ê, Nûnerên TUHAYDER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Zafer Încîn bal kişand ser rewşa Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku di 26'ê mijdarê de li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê û helwesta rayedaran rexne kir.    BILA HUSEYÎN SARI BÊ BERDAN   Încîn bal kişand ser rewşa Huseyîn Sari yê li Girtîgeha Tîpa T a Akhisar a Bolu û wiha got: "Sari 25 salin girtî ye. Bi nexweşiya Parkinson, dil, hipertansiyon, sematorfrom e. Disa fitiqa pişt û stuyê wî heye. Nexweşiya reflu û odemê pêre heye. Lê ji ber rapora girtî Sari winda bûye nayê berdan. Dixwazin ji nûve rapor derxe. lê ji ber karê Burokrasiyê rastî astengiyan tên. Ji ber vê yekê divê ATK ji nûce rapor derxe û Huseyin Sari serbest bê berdan."