Xizmên windayan: Bila kevirekî me yê gorê hebe 2019-12-07 16:03:46   AMED /ÊLIH - Xizmên windayan li Amedê aqûbeta Huseyîn Taşyaka yê 26 sal berê li Amedê hat windakirin pirsîn. Birayê Huseyîn Taşyaka Faîk Taşkaya, got: “Em dixwazin kevirekî me yê gora hebe."    Li Amed, Êlih û Îzmîrê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan çalakiyên ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin ku her hefte roja şemiyê li dar dixin berdewam kirin.    Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên ÎHD'a Amedê di hefteya 565’an de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin"  li pêş avahiya şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Xizmên windayan dîsa pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" vekirin û wêneyê windayan rakirin. Di çalakiyê de parazvanên mafên mirovan, xizmên windayan û gelek kesên din amade bûn. Rêveberên HDP û ESP'ê Amade bûn.    Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD'ê Prz. Hasan Yalçin, diyar kir ku xizmên windayan bi salan e bi hesreta  gora zarokên wan hebe têdikoşin û wiha got: “Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin winda bên dîtin. Em dixwazin peymana Li dijî windayên bi zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bikin. Windakirina bi zorê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tu carî divê dem di ser vê yekê re derbas nebe. Sed sal di ser windabûna mirovan re derbas bibe jî divê divêdîsa faîl bên darizandin.    Yalçin, anî ziman ku heta niha hemû serlêdanên wan ên ji bo windayan bê encam mane û xwest êdî serlêdanên wan li ber çavan bê girtin.    BILA GOREK KU EM ZIYARET BIKIN HEBE   Vê hefteyê aqûbeta Huseyin Taşkaya yê di 6'ê kanûna 1993'an de esker, polîs û endamên eşîra Bucakan bi hevre ew revandin û winda kirin xwendin. Huseyîn Taşyaka 26 sal berê li mala mamê xwe Mehmet Taşkaya ya Sîwerekgê hat revandin û hêj agahî jê nayê girtin. Birayê Huseyin Taşyaşa, Faik Taşkaya, diyar kir ku ji sala 1993'an heta niha serî li her derê dane, lê heta niha encam bi dest nexistine.    Çalaki bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.    AQÛBETA MAHMUT KAYA PIRSÎN    Li Êlihê jî xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê di hefteya 471'an de li pêş avahiya ÎHD'ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de pankarta "Dê hesabê komkujiya Mereşê bê pirsîn" ya di 23'ê kanûna 1980’an de pêk hat, vekirin. Aqûbeta Mahmut Kaya yê di komkujiyê de winda bû pirsîn.    Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD'ê Abdurrezzak Katmaz, diyar kir ku 471 hefte ne ji bo winda bên dîtin kom dibin û û xwest winda bên ditin.