Xwestin girtiyê nexweş Ozel were berdan 2019-12-07 15:00:05   STENBOL – Di çalakiya “Rûniştina F” de hat xwestin girtiyê nexweş Erdal Ozel ê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa F a Tekîrdagê were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş werin berdan xwestin li Meydana Galatasarayê di hefteya 402’yemîn de çalakiya “Rûnişina F” li dar bixin lê polîsan destûr neda. Li ser astengkirinê aktîvîstên mafê mirovan çalakî li ber avahiya ÎHD’ê li dar xistin û wêneyên girtiyên nexweş û pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û “Bila girtiyê nexweş Erdal Ozel were berdan” hildan û dirûşm berz kirin.  Endamê Komîsyona Girtîgehê Tayland Bekîn bi bîranîna Emîn Aslan Aydogan li Girtîgeha Rihayê jiyana xwe ji dest da dest bi axaftina xwe kir û got mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin.    'NIKARE PÊDIVIYÊN XWE DABÎN BIKE’    Bekîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Erdal Ozel ê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa F a Tekîrdagê û got beriya Ozel di 2006’an de bikeve girtîgehê tu tiştekî tune bûye û ew di encama tundiya derûnî û îşkenceyê de pirsgirêkên derûnî pê re peyda bûne û niha nikare pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bike. Ozel anî ziman ku mafê dermankirina Ozel tê astengkirin û xwest Erdal Ozel demildest were berdan.   Xwişka Ozel, Kumru Akgun jî diyar kir ku rewşa birayê wî giran e û xwest demildest were berdanê.