Ji bo mîtînga Bakirkoyê bang kirin: Em bi daxwazên xwe dakevin qadan 2019-12-07 14:17:29   STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bi şîara “Em dixwazin wekî mirovan bijîn" dê sibê li Qada Gel a Bakirkoyê mîtîngê li dar bixin. Hêzên Ked û Demokrasiyê bang li karker, kedkar, jin, û hemû gelan kirin ku tev li mîtîngê bibin û daxwazên xwe bînin ziman.   Hêzên ked, Aştî û Demokrasiyê bi şîara “Em dixwazin wekî mirovan bijîn" dê sibê saet di 13.00'an de li Qada Gel a Bakirkoyê mîtîngê li dar bixin. Hêzên ked, aştî û demokrasiyê ji bo mîtînga sibê bang li hemû beşên civakê kir û xwest her kes bi daxwazên xwe li qada mîtîngê kom bibin û daxwazên xwe bînin ziman. Endamê Lijneya Rêveber a Navendi ya Malên Gel Cihan Uyanik, diyar kir ku gelê Tirkiyeyê bedela polîtîkayên neoliberal ên ku AKP'ê li ser piyan dihêle dide û wiha got: “Niha Tirkiye bûye du perçe. Li aliyekî beşa serweta welat xistiye destê xwe û ji bacan muaf e heye. Rêveberiya Qesrê ya bi talan û mêtîngeriyê li ser piyane heye. Li aliyê din beşa xizan û keda wê tê xwarin, kesên di bin deynan de maye heye. Em di pêvajoyek wisa de diyar dikin ku ne bi tenê ne. Me jin, ciwan, karker, kedkar û hemû baweriyên cuda bi rexistin kir û em ê tev li mitîngê bikin."    Serokê EMEP'ê yê berê yê Stenbolê Guven Gerçek jî anî ziman ku dê bi vê mîtingê daxwazên ked, aştî û demokrasiyê dîsa li qadan bînin ziman. Gerçek, diyar kir ku hemû xebatên wan ên ji bo mîtingê bi dawî bûne û ji bo mîtînga sibê amade ne.    Seroka Giştî ya DİSK'ê Arzu Çerkezoglu jî diyar kir ku dê sibê mîtîngê li dar bixin û wiha got: "Em dibên ku herî zêde jin tev li vê mîtîngê bibin. Li tirkiyeyê demek dirêj e kriza aborî heye. Bi xwe re encamên xerab ava dike.  Em ê bi daxwazên xwe li Qada Bakirkoyê kom bibin. Em dibên ku tevlêbûnek pir mezin pêk bê. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Kanûnê de li qada Bakirkoyê tev li mîtîngê bibin dikin."    Serokê Şaxa SES'ê ya Anadolu Erdal Guzel jî diyar kir ku daxwazên wan ji bo jiyanek mirovî ye û wiha got: "Divê êdî şert û mercên jiyana mirovî bên avakirin. Li Tirkiyeyê ji ber polîtikayên îktîdara siyasî krîza aborî pêş dikeve û ji ber krîza bori êdî em nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî pêş bixin. Em dê di vê mîtîngê de daxwazên xwe bînin ziman.    Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut jî diyar kir ku ji bo li dijî êrîşên li ser vîna gel dengê xwe bilind bikin dê kom bibin û wiha got: "Butçeya ji şer re hatiye veqetandin pir pir zêde ye. Di butçeya 2020'an de cihê gel tune ye. êdî mirov ketiye bin sînorê birçîbûnê. Mirovan mahkûmî birçîbûnê dikin. Em bang li her kesî dikin ku tev li mîtînga sibê ya Bakirkoyê bibin."