Rewşa rojnameger Erdemcî ku beriya 57 rojan jiyana xwe ji dest da bir Meclisê 2019-12-06 16:10:27   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, rewşa rojnameger Erdemcî ku beriya 57 rojan jiyana xwe ji dest da bir Meclisê    Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, bi pêşnûmepirsekê rewşa rojnameger Erdemcî ku beriya 57 rojan, di êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû û aqûbeta cenazeyê wî nayê zanîn, bir Meclisê. Beştaş, peşnûmerpirsa xwe bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bi bersivîne, da Serokatiya Meclisê.    Pirsên ku Beştaş di pêşnûmepirsa xwe de kiriye wiha ne;   “1- Cenazeyê Vedat Erdemcî li kur e?   2- Li gel ku 57 roj darbas bûne jî çima agahiyên têkildarî aqûbeta cenaze nayên zanîn?    3- Cenazeyê Vedat Erdemcî weke tê angaştkirin di destê SMO’yê de ye?   4- Heke cenaze di destê SMO'yê de be, çima radestî malbata wî nayê kirin?   5- Çima mafê radestkirin cenaze û definkirinê ji bo Vedat Erdemcî û malbata wî nayê naskirin?    6- Ji bo dîtin û radestkirina cenazeyê Vedat Erdemcî, wezareta têkildarî ketiye nav liv û tevgerê?    7- Tirkiye ji bo dîtin û radestkirina cenazeyê Vedat Erdemcî ya ji bo malbatê tiştekî kiriye?    8- SMO'yê çi kiriye ji cenazeyê Vedat Erdemcî?   9- Ji bo dîtin û radestkirina cenazeyê Vedat Erdemcî ya ji bo malbatê xebat dê bên domandin?"